"Çi di warê mirovî yan leşkerî de be..Îtalya dê berdewam piştevan be"

kurdistani 09:51 AM - 2015-03-03
Dîdara hikûmeta Kurdistanê û serokwezîrê Îtalya

Dîdara hikûmeta Kurdistanê û serokwezîrê Îtalya

Serokwezîrê Îtalya Metiyo Renzî roja duşemê 2 / 3 / 2015`e li paytexta Îtalya Roma pêşwazî li her yek ji Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan, cîgirê serokê hikûmetê Qubad Talebanî û şande digel de kir.

Di hevîdtinê de ji aliyê xwe ve serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serî de li ser navê gel û hikûmeta herêma Kurdistanê sipasiya piştgirî û piştevaniya Îtaliya di warê mirovî û leşkerî depêkêşî  herêma Kurdistanê kir û serdana serokwezîrê Îtaliyayê bo herêma Kurdistanê di havîna borî de berz nirxand û ew serdan bi serdaneke giring û piştevaniyeke mezin bo herêma Kurdistanê wesif kir.

Serowezîrê Kurdistanê behsa pêşdeçûn û serkeftinên berdewamên pêşmergeyê Kurdistanê li bereyên cenga dijî terorê û rewşa koçber û penaberan li herêma Kurdistanê ku barekî giran xistiye ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê kir û got ku, koçber û penaberên li herêma Kurdistanê pêwîstî bi alîkarî û hevakriyên zêdetir e ji aliyê civaka navdewletî ve.

Serokwezîrê Îtaliyayê di axaftina xwe de got:  ”Em we dilrehet dikin ku,  Îtaliya dê li ser piştgirî û piştevaniya herêma Kurdistanê di warê însanî û leşkerî de berdewam be. Ji bona jinavbirina terorê Îtaliya dê bi her awayî piştevaniya herêma Kurdistanê bike. Mêrxasiya pêşmergeyê Kurdistanê di bereyên cenga dijî terorê de peyama xweragirî û azayetiyê bi cîhanê da. Îtaliya di hemû waran de, zêdetir ji berê, hevkariya herêma Kurdistanê bike, ji ber ku em herêma Kurdistanê bi cîyek stratejîk dibînin û em xwe bi dostê gelê Kurdistanê dizanin. Îtaliya biryar daye sewîyeya nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê bo konsulxaneya giştî  bilind bike û bi vê gavê em dixwazin peyamekê bi hemûyan bidin ku, nuha rewşa herêma Kurdistanê ji caran baştir e û ji bo me gelek giringe ew aramî û îstîqrara li herêma Kurdiatanê heye berdewam be.

Têkeliyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa Mûsilê û deverê bi giştî, çewaniya berhingarbûna terorê, operasiyonên leşkerî û geşkirina pirosesa siyasî li Îraqê û giringiya beşdarîkirima hevbeşa hemû pêkhateyan di pirosesa siyasiya welêt de, rewşa Suriyeyê û tesîra wê li ser rewşa Îraqê û deverê bi giştî û pêwîstiya dîtian çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Suriyê,  di civînê de hatin nirxandin.

Di vê civînê de; cêgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, wezîrê ewqaf û karûbarên olî, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, peyvdarê hikûmetê û nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Îtaliyayê amade bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket