Papa: Rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de berz nirxand

kurdistani 09:25 AM - 2015-03-03
Papa: Rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê berz nirxand

Papa: Rola Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê berz nirxand

Roja duşemê 2 / 3/ 2015`e Serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û cîgirê serokwezîr Qubad Talebanê bi tev şandekê serdana Îtalya kirin û ji Papayê Vatîkanê pêşwazî lê hatine kirin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan rewşa herêma Kurdistan, Êraqê û deverê bi giştî û pêşhatên dawiyê yên şerê dijî DAÎŞê gotûbêj kirin û tekîd li ser giringiya pêkanîna hevpeymaniya navdewletî ji bo şerê dijî terorê ku, ne bi tenê ji bo ser herêma Kurdistan û Êraqê, lê ji bo ser tev cîhanê metirsiye, kir.

Nêçîrvan Barzanî behsa pêkvejiyana netewe û olên cuda li herêma Kurdistan kir û rewşa koçber û penaberên li herêma Kurdistanê ne ku, ji hemû pêkhate, netewe û olan; mesîhî, êzidî û misilamnan pêk tê û ji ber êrîşên DAÎŞ ji deverên cudayên Êraqê ber bi herêma Kurdistanê ve hatine, zelal kir.

Barzanî tekîd kir ku, xelik û hikûmeta herêma Kurdistanê bê cudahî pêşwazî li hemû koçber û penaberan kiriye û li gor îmkanên xwe alîkarî û hevkariya wan kiriye.

Serokwezîrê di axaftina xwe de got ku, hijmareke zêde ya koçber û penaberan li herêma Kurdistanê hene û vê yekê jî barê hikûmeta herêma Kurdistanêî gelek giran kiriye û herêma Kurdistanê ketiye di rewşeke dijwar de û daxwaz ji Papa kir ku, welatên komekbexiş û civaka navdewletî han bide daku zêdetir û baştir alîkariya koçber û penaberên li herêma Kurdistanê hene bikin.

Papayê Vatîkanê rola hikûmeta herêma Kurdistanê di pêşawzî û hewandina koçber û penaberan, bê cudayî, bilind nirxand û pesna wê pêkvejiyan û biratiya  dikevin de li herêma Kurdistanê heye kir û rola herêma Kurdistanê di berhingarbûna terorê û parastina xelkê deverê bilind nirxand.

Di vê dîdarê de; cêgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê, wezîrê ewqaf û karûbarên olî, berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, peyvdarê hikûmetê û nûnera hikûmeta Kurdistanê ya Îtaliyayê amade bûn.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket