Kobanê:Malbatên ku vedigerin cihê wan nîne

kurdistani 07:17 PM - 2015-03-02
.

.

Li kantona Kobanê, ew Malbatên ku ji derve vedigerin bo bajarê Kobanê, cihê nîştecîhbûna wan nîne.

Ew êrişa ku rêxistina terorîstî ya DAIŞê li dijî kantona Kobanê destpêkiribû, buye bi sedema koçberkirina bi sedhezaran kes ku war û gund û bajarên xwe berdan û bûne penaber.

Lê hinek ji malbatên Kobanê, mal û bajarê xwe bernedan û di hundirî bajêr de man û ew hemû têkçûn û pevçûn û şerê wêrankirinê hilgirtin.

Her weha welatiyê gundên rojavayê bajarê Kobanê yê bi navê Ezedîn Îbrahîm ji PUKmedia`yê re ragihand ku ji 6 mehan ve ez û malbata xwe ji Kobanê derneketin û ez di hundirê otombîla xwe de, li rojavayê bajarê Kobanê cihê ku şer negihîştiyê,  tev zarok û malbata xwe xew dikim.

Îbrahîm di barê gundê xwe de jî wiha got; Gundê min rizgar buye, lê belê ew li benda wê yekê ne ku gundê wî bi awayekî tevayî ji bombe û teqînan yên terorîstên DAIŞê Çandine bêne pakkirin tako digel zarokên xwe vegerin nav gund û tê de nîştecîh bibin.

Her welatiyekî din jî bi navê Mistefa Elî jî di pirsyareke PUKmedia`yê de ku ji bo çih di hundir bajarê Kobanê de ma û derneket derve, bersiv wiha da û got; Heyas niha gundê min nehatiye rizgar kirin, lewra jî ez digel malbata xwe hîn jî li vir im. Welatî Mistefa Elî got; Ew niha li benda YPG-YPJ û pêşmergeye tako gundê wan rizgar bikin û ew ji bajêr vegerin gundê xwe.

PUKmedia-Eşref Mehmûd-Kobanê

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket