Berxwedana Kobanê û Cizîrê bi Serkeftî Dewamdike
kurdistani 05:45 PM - 2015-03-02Berxwedana Kobanê û Cizîrê bi Serkeftî Dewamdike
1. Operasyona bi armanca rakirina tehdîda terora DAIŞ'ê ya li hemberî kantona Cizîrê li Til Hemîs û derdorê hatibû destpêkirin bi awayekî serkeftî dewamdike.
Hêzên me li herêma navbera Til Hemis û Til Berak de 11 gundên din ji çeteyan rizgarkirin. Pevçunên li van qadan de 2 endame çeteyan bi awayekî mirî hatiye destêserkirin.
Li Til Berakê xebatên legerîna noqte û baregehên çeteyan de hejmarek zêde çek û amûr hatine destêserkirin. Hêzên me li vir tevî 8 termên çeteyan dest danîn li ser 2 doçkayê 14,5 mm, doçkakî 12,5 mm û 5 kutî fîşeka vî, 6 trimbile pick-up, kamyonetek, 12 kleş, 3 BKC, 2 roketavêja B7 û gelek fîşekên van çekan, 5 raxtê çalakvanên intixarî, 5 bêtel û computerek.
Hêzên me li gundê Til Hemedî ya giredayî Til Berak'ê navendek çapemenî ya rexistina terorî ya DAIŞ'ê girtin. Li navenda çapemenî de 12 computer, 2 jenerator û gelek belgeyên rexistinî hatine destêserkirin.
2. Berxwêdana Kobanê ya ku li hember hewldanên dagirkirine terorîstên DAIŞ'ê tênmeşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ket roja xwe ya 168'an. Operasyonên bi armanca paqijkirina çeteyan ji bejahiya Kobanê bi serkeftî berdewam dike.
Şevê din hêzên me li hember hin gundên li rojavayê Kobanê, li kelêka çemê Firatê operasyon lidarxistin. Di encama operasyonê de gundên bi navê Ziyaret, Zormixar, Mala Ehmedhe Munîr û Xirab Etoya Ereban ji çeteyan hatiye paqijkirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.
Hêzên me li hember komên çeteyên ku li gundê Şêxler a heman herême de xwe bicihkirine jî êrîşek lidarxistin. Di vê êrîşê de 2 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.
Hêzên me li hember gundê Degîrmen a dikeve başûrrojavayê jî operasyonek lidarxistin. Pevçunên di navbera hêzên me yên ku beşekî gund xistin bin ewlehiye û çeteyan de berdewam dike. Pevçunên heta niha de qasî hatiye tespîtkirin 7 çete hatine kuştin.
Li rojhilatê Kobanê, şerên di navbera hêzên me û çeteyan de berdewam dike. Şevê din pevçuna li derdora girê Derfilît de 10 kuştiye çeteyan hatine tespîtkirin.
Şerên 24 seatên dawî de 3 rêhevale me bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.
3. Şerên di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ'ê ya Til Temir û derdora vî de berdewam dike. Şevê din hêzên me li hember komên çetayan hin êrîş lidarxistin.
Şevê din hêzên me nizikî gundê Xerîta li hember komên çeteyan êrîşek lidarxistin. Hêzên me di êrîşê de trimbilek leşkerî ruxandin, trimbilek jî derb xistin. Di vê qadê de 4 kuştiye çeteyan hatiye tespîtkirin.
Hêzên me li hember komên çeteyên ku li nizikî gundê Şemîran a dikeve başûrrojavayê Til Temir xwe bi cihkiribûn êrîşek lidarxistin. Li vir trimbilek zirxî ya Hammer û trimbilek pick-up ruxandin. Di vê qadê de yek jî serok çeteyek Tunusî, giştî 7 çete hatine kuştin.
Navenda Ragihandina YPG
2 Adar 2015
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
11:10 AM - 2024-04-26
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26 -
Serok Bafil: Xwendevan rihê vê civakê ne
Kurdistan 07:57 PM - 2024-04-26