"Tirkiye endamekî koalîsyona li dijî DAIŞ`ê ye"

kurdistani 02:03 PM - 2015-03-02
"Tirkiye endamekî koalîsyona li dijî DAIŞ`ê ye"

"Tirkiye endamekî koalîsyona li dijî DAIŞ`ê ye"

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Îsmet Yilmaz ragihand ku Tirkiye endamekî koalîsyona li dijî DAIŞ`ê ye. Piştî ku bû endamê vê koalîsyonê, wê piştgiriyê bide.

Îsmet Yilmaz li ser pirsa "parêzgarê Mûsilê daxuyandibû ku Tirkiye wê piştgiriyê bide operasyona Mûsilê. Hûrguliyên vê piştgiriyê çi ne, ev piştgirî rast e?" wiha bersîv da  got: "Tirkiye endamekî koalîsyona li dijî DAIŞê ye. Piştî ku bû endamê vê koalîsyonê, wê piştgiriyê bide."

Her weha Yilmaz bal kişand ser wê yekê jî û got: "Ji bilî vê piştgiriyeke çawa hebe... Em ê berjewendiyên neteweyî jî bihesibînin û dem were agahî wê bê dayîn, berpirsiyariyên ji ber endamtiya koalîsyonê çi bin, ew ê bên kirin."

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket