Serokomar: Karesata Helebçe sedema serekî ya ruxana Baasê bû

kurdistani 01:27 PM - 2015-03-02
.

.

Îro 2/3/2015, serokomarê Êraqê Dr. Fuad Masum serdana parêzgeha Helebçeyê kir.

Di wê serdanê de, serokomarê Êraqê kongireyekî rojnamevaniyê saz kir û di destpêka axaftina xwe de bi parêzgehbûna Helebçe li welatiyan pîroz kir û got: Daxwaza min ewe ku şandeke Helebçe serdana Bexdadê bikin û li gel encûmena wezîran bicivin.

Serokomar got: Biryarekî gelekî giring li parlemana Bexdadê derketiye ew jî ji bo nasandina Helebçe weku jenosîde tenê maye ku bibe yasa, eve jî gelekî giringe bo Helebçe daku budceyekî taybet jêre bê şandinê.

Dr. Fuad Masum got jî: Di rastiyê de ruxandina  rêjîma Baasê bi karesata helebçe destpê kir, raste rêjîma Baas di şerê Êran û Êraqê de şikestin xwar, lê belê sedemê serekî ew bû ku çekên qedexekirî li dijî welatiyên Helebçeyê bikar anî û têde 5 hezar welatî şehîd bûn.

Serokomarê wiha berdewam kir û got: Ez gelekî kêfxweşim ku ez li helebçe me û guhdariya daxwazên we dikim ku hemû mafê we yê yasayî ne û dilniyabin hemûyê bêne cî bi cî kirinê, eger hinekî jî dereng bikevin ew jî dê bi egera qeyrana darayî û rûbirûbûna terorîstên DAIŞ`ê be.

Li dawiya axaftina xwe de serokomarê Êraqê got: hêvîdarim Helebçe dê bibe Helebçeyek ku em hemûyê şanaziyê pê bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket