Li Til Temir 9 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 11:36 AM - 2015-03-02
Li Til Temir 9 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Li Til Temir 9 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Li gundewarên Til Temir ya ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, di şer û pevçûnên di navbera hêzên hevbeş û terorîstên DAIŞ’ê de yek jê emîr 9 çekdarên DAIŞ hatin kuştin.

Jêderekê leşkerî nêzîk li YPG ji PUKmedia`yê re ragihandiye ku, di şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG/YPJ ên li navçeya navbera Til Temir û Hesekê de 5 çekdarên DAIŞ hatine kuştin ku di nava wan de mîrekî Tunisî jî hebûy, her wiha Hamerek û gelek otombêlên çeteyan jî hatine ruxandinê.

Ji aliyekî dinê ve şeva borî jî li ser riya di navbera Til Temir û Hesekê de jî di navbera hêzên hevbeş û terorîstên DAIŞ de şer derketiye û têde 4 çete hatin kuştin û tirimpêlek leşkerî hatiye rûxandin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket