Li Efxanîstanê 25 endamên Talîbanê hatin kuştin

kurdistani 10:55 AM - 2015-03-02
Li Efxanîstanê 25 endamên Talîbanê hatin kuştin

Li Efxanîstanê 25 endamên Talîbanê hatin kuştin

Di operasyoneke hevbeş a polîs û hêzên ewlekariya Efxanîstanê de 25 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 8 çekdarên dinê jî birîndar bûne.

Wezareta navxwe ya Efxanîstanê bi daxuyaniyekê aşkira kiriye ku operasyona hevbeş a hêzên polîs û hêzên ewlekariyê yên Efxanîstanê li çend wîlayetekî wî welatî di encamê de 25 çekdarên Talîbanê hatine kuştin û 8 çekdarên wê rêxistinê birîndar bûne. Her wiha hejmarek zor cebilxane jî hatiye desteser kirinê.

Hêjayî gotinê ye ku lîwaya 205 a  artêşa Efxanîstanê li Qendeharê ragihand ku di êrişekê de li ser çekdarên wê rêxistinê de li wê wîlayetê 11 endamên Talîbanê hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne û 28 bombeyên çandî hatine pûç kirinê.

PUKmedia/Cewad Heyderî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket