DAIŞ li Musilê malên kêmîneyan diteqînin

kurdistani 10:40 AM - 2015-03-02
DAIŞ li Musilê malên kêmîneyan diteqînin

DAIŞ li Musilê malên kêmîneyan diteqînin

Jêderekê li parêzgeha Nînewa diyar kir ku çekdarên rêxistina terorîstî DAIŞ, şeva borî  6 malên mesîhiyan û 3 jî yê Şebekan li Musilê teqandin.

Jêderê ji PUKmedia`yê re ragihand ku, çekdarên terorîstên DAIŞ piştî ku hemû kelûpelên 6 malên mesîhiyan û 3 jî yê Şebekan talan kirin û piştre jî ew bomberêj kirin û teqandine.

Hêjayî gotinê ye ku her duh danê êvarê yekşeme balafirên hevpeymaniya navdewletî baregehên rêxistina terorîstî bombarduman kirin û bi dehan endamên wan jî kuştin û bi dehan jî li ser destê hêzên pêşmerge hatin kuştinê.

PUKmedia/Musil

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket