Pêşmerge Til Rîm ji terorîstan paqij kir

kurdistani 10:25 AM - 2015-03-02
Pêşmerge Til Rîm kontrol kir

Pêşmerge Til Rîm kontrol kir

Piştî çend demjimêrek ji gundê Til Rîmê a ser bi qeza Mexmurê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve, hêzên pêşmerge karîn wî gundî ji terorîstan paqij bikin û kontrol bikin.

Berpirsê komîteya Mexmur a YNK Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Şeva borî balafirên şer ên hevpeymanan çend navendekî DAIŞ li herdu gundê Nesr û Himêdan ên li başûrê bajaroka Giwêrê kirine armanc û derbeyên mezin gîhandin terorîstan.

Gelalî got: Hêzên pêşmerge karîne gundê Til Rîm ku duh ji aliyê terorîstan ve hatibû kontrol kirinê bi êrişekê û bi bê hîç bergîriyek ji terorîstên DAIŞ pak bikin.

Duh 1/3/2015 terorîstên DAIŞ êrişî çeperên pêşmerge vli gundê Til Rîmê kirin û kontrol kiribûn û piştî çend demjimêreke kêm hêzên pêşmerge bi bê hîç bergîriyek ew gund ji terorîstan paqij kirin.

PUKmedia/Saman Yareweys

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket