Êraqê hinaredeya neftê zêde kiriye

kurdistani 09:37 AM - 2015-03-02
Îraqê hinaredeya neftê zêde kiriye

Îraqê hinaredeya neftê zêde kiriye

Wezareta nefta Êraqê ragihand ku di meha borî de hinardeya nefta wan gihêştiye 2.597 milyon bermîl di rojekê de, di demekê de meha berya wê jî 2.535 milyon bermîl neft hinarde kiriye.

Di beyannamekê de wezareta nefta Êraqê ragihandiye ku li gorî amarên destpêkê di meha sibatê de hinardekirina neftê zêde bûye û gihêştiye 2.597 milyon bermîl di rojekê de ev jî di demekê de ye ku di meha kanûna duyem de jî rojane 2.535 milyon bermîl neft hinarde kiriye.

Amaje bi wê yekê jî hatiye kirin ku 2.293 milyon bermîl li bendera Basrayê hatiye hinarde kirin û 304 hezar bermîl jî ji Kerkûkê hatiye hinarde kirinê.

Wezareta neftê ya Êraqê diyar kiriye ku: dahatê hinardekirina wê neftê jî 3 milyar û 449 milyon û 355 hezar dolar bûye.

Di beyannameyê de jî hatiye aşkira kirin ku li bazarên cîhanê her bermîlek bi 47 dolar û 43 sent hatiye firotinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket