"Yê çekan bi PKK'e bide berdan ne AKPê, HDPê ye"

kurdistani 09:22 AM - 2015-03-02
Demirtaş: Yê çekan bi PKK'e bide berdan ne AKP e, HDP`ê  ye

Demirtaş: Yê çekan bi PKK'e bide berdan ne AKP e, HDP`ê ye

Hevserokê giştî yê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş di Kongreya HDP'ê ya Êlihê de axivî û diyar kir ku yê ku çekan bi PKK'e bide berdan ne AKP ye, HDP ye, ev dê bibe qismetê me û HDP dê demokrasiyê bîne Tirkiye.

Demirtaş got: Em nabêjin PKK çekan daneyne, eger piştî Kongreya awarte PKK biryara çekdanînê bistîne, wê ji bo wan cihê kêfxweşiyê be, ji ber ku çek danîn, wê siyaseta demokratîk bihêz bike, lewra ewê piştgiriyê bidin wê biryarê.

Di berdewamiya axaftina Demirtaş bal kişand ser vê yekê jî û got: Em dizanin ku Birêz Ocalan bi vê peyamê samîmiye. Em bi bawerin KCK ya dikeve ser milê xwe wê bike. Lê em bi AKP'ê ne bawer in. Pratîka 13 salan li ber çavan e.

Serlahedîn Demirtaş got: ku ji bo ku siyaseta demokratîk xurttir bibe ew piştevaniya biryara çekdanînê dikin û wiha dewam kir: "Heke hikûmet berî hilbijartinê, ji bo pêvajoya çareserî û demokretîkbûnê bestekan derxe û bîne meclisê, em ê piştgirî bidin wan. Em ê her û her piştgiriyê bidin aştiyê û aştiyê nekin qurbana hilbijartina.

Li barê amade kariyên hilbijartinan de jî Demirtaş got: Dema HDP ji % 15’ê dengan bidest bîne û li parlemanê cih bigre wê demê aşitiya mayînde bê rojeve, yê ku çekan bi PKK'e bide berdan ne AKP ye, HDP ye, ev dê bibe qismetê me û HDP dê demokrasiyê bîne Tirkiye.

PUKmedia/Anadol

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket