Sîsî: Çarenivîsa ‘Ixwan Muslimîn’ di destê Misriyan de ye

kurdistani 11:44 AM - 2015-03-01
Sîsî: Çarenivîsa ‘Ixwan Muslimîn’ di destê Misriyan de ye

Sîsî: Çarenivîsa ‘Ixwan Muslimîn’ di destê Misriyan de ye

Serokê Misrê Ebdulfetah Sîsî ragihand ku çarenivîsa rêxistina Ixwan Muslimîn di destê welatiyên Misrî de ne û her biryarek ew bidin demildest ewê cîbicî bike.

Ebdulfetah Sîsî di hevpeyvînekê li gel rojnameya Şerq Ewset çapa Londonê re aşkira kir ku:  Vegeryana Ixwan Muslimînan bo nava qada siyasî a Misrê vedigere îrade û raya giştî ya welatiyên welatê min. Eger Misrî razî bibin emê demildest cîbicî bikin.

Serokê Misrê ew jî got: Gelê Misrê ji Ixwan Muslimînan aciz in.

Hêjayî gotinê ye ku ev daxuyaniya Sîsî di demekê de tê ku dadgeha Misrî sizayê zîndana hetahetayî bi ser serokê Ixwanan Mihemed Bedî` û cîgirê wî tevî 12 endamên din ên Ixwan Muslimînan de sepandiye û sizayê bidarvekirinê li ser 4 endamên din ên Ixwanan de derkiriye.

PUKmedia/Cewad Heyderî- Ajansa Mîhr

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket