Bi wêne.. Tîma Amedspor a jinan 4-1 bi serket

kurdistani 11:11 AM - 2015-03-01
Bi wêne.. Tîma Amedspor a jinan 4-1 bi serket

Bi wêne.. Tîma Amedspor a jinan 4-1 bi serket

Tîma Amedsporê ya Futbola Jinan, berî lîstikê bi pankarta “Tundûtûjiya ser Jinan û kuştina Jinan rawestînin” derkete sehayê.

Dewreya yekê bê gol qediya û deqe 64 gola ewil Dîlanê avêt. Deqe 70 Nura, 75 Hêvîdar û 80 jî Buşrayê golên Amedsporê avêtin. Gola Kahramanmaraşgücüsporê jî deqeya 84 ji aliyê Mîstîna ve bi penaltiyê hate avêtin.  

Piştî lîstikê, Hevseroka Amedsporê Semra Budak daxuyand ku li herêmê tîmên futbolê yên jinan hene lê ya herî kevin tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ye. Budak, aşkere kir ku ew ê bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê turnuvayan li dar bixin û wê rojê bi formayên xwe beşdarî meşê bibin. Piştî maçê Hevserokê Klûbê Îhsan Avci çû cem gogbazan û daxwaza berdewamiya serkeftinê li wan kir.

Rahênera Tîma Jinan a Amedsporê Melek Akgul Karakoç jî destnîşan kir ku: “Baweriya xwe bi keçên xwe bînin, xwedî li wan derkevin hûn ê bibînin ka çawa bi ser dikevin. Piştî vê serkeftinê tu kes riya wan nagire.”

Tîma Jinan a Futbolê ya Amedspor, di encama 11 hefteyan de 9 serkeftin bi dest xistine û di 2 lîstikan de jî beramber maye, heta niha qet carekê jî têk neçûye.

PUKmedia/Malpera şaredariya Amedê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket