Bi wêne..Keçek Afganî bi vê rengî destavêtin şermezar kir
kurdistani 06:19 PM - 2015-02-28Keçek Afganî bi vê rengî destavêtin şermezar kir
Bi mebesta li bajarê Kabol a Afganistanê destavêtina li jin û çekan tê kirin şermezar bike, lîstikvana keç a ciwan a bi navê Kibirî Xademî serî li şêwezarek nû û ya seyr da.
Lîstikvana keç bi armanca derûberên xwe ji dest avêtinê biparêze, mertalek ji hesin li benda xwe pêça û li kolanên bajarê Kabol payetexta Afganistanê geriya.
Keça lîstikvan Kibrî ji DW re derbarê çalakiya xwe de axivî û got ku: Wê bi armanca ev diyardeya li seranserî welat belav bûye şermezar bike û bi teybet piştî ew bi xwe li Êran,Pakistan û Afganistanê çendî car rastî destavêtinê hat, biryar da mertalekî bi vê rengî dirust bike li xweke û li kolanan bigere.
Kibirî wiha pê de çû : Yekem car dema ez li Êranê li bajarê Meşhed bûm û hêşta zarok bûm, dema ez ji bo mal hin tişt bikirim derketim û çûm dukanê rastî destavêtinê hatim, dukandar destê xwa avête derûberên min, ez berya herim mal li koşeyekî rûniştim û giriyam, min di wê temena xwe ya zaroketiyê de hêvî kir ji bo kes dest neavêje min, cil û bergin ji hesin li ber min bin , ez piştî ligel malbata xwe çûm Pakistan û pişt re dema hatin Afganistanê jî çendî car, çi bi dev avêtinê be yan dest be rastî destavêtinê hatim.
Derbarê berteka ku xelkê nîşan da ye, piştî ew wer li kolanan bi mertal ji hesin dîtin got: Min teksiyek girt û çûm taxa berê min lê jiyan dikir, çawa ji otombêlê peya bûm û mertal li mine, kesên derin û tên li dor min kom bûn û dest pêkirin bi telefonên xwe wêneyan bigirin, hin kesan jî dev avêtin û gotinên ne li rê ji min re gotin, her wiha çend kesan kevir avêtin min, piştî ez demekê li kolanan meşiyan û min bi vê yekê meydan xwend, ez dîsa bi otombêla ku li benda min bû vegeriyam malê.
W: Şêwrawî Mamo
PUKmedia / Ajans
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26