Li ber qiraxên Romanya bi dehan Sûrî û Êraqî hatine rizgar kirin

kurdistani 04:41 PM - 2015-02-28
Li ber qiraxên Romanya bi dehan Sûrî û Êraqî hatine rizgar kirin

Li ber qiraxên Romanya bi dehan Sûrî û Êraqî hatine rizgar kirin

Polîsên derya yên Romanya li nêzî qiraxên Romanya îro şemiyê bi dehan ji welatiyên Sûriyê û Êraqê yên bi geştiyeke biçûk berê xwe dana Ewropa ji bin avbûnê rizgar kirin.

Geştiya biçûk a ji Tirkiyê, Stanbolê birêket, 16 k.m di nav deryayê de li nêzî qiraxên Romanya hatin dîtin, li gorî yek ji berdevkê polîsê qiraxên deryayê yên Roman ji Reuters re ragihand, geştiya biçûk  jê 20 jin û 7 zarok bi koçberan dagirtî bû û ew gihandin gemîgeha Konstanta ya Romanya.

Li gorî polîsê qiraxên deryayê yên Roman diyar kirin ji navarasta 2013`e ve nêzî 500 koçberî bi riya deryayê berê xwe dane Romanya.

Ji aliyekî din ve li gorî komsyona penaberan a NY ragihandiye di sala 2014`e de nêzî 160 hezar kesî deryaya Spî bi gemiyan derbas kirin û berê xwe dan Îtalya, her wiha nêzî 40 kesî berê xwe dane Yunanistanê û bi hezaran jî di encama rêwîtiyên metirsîdar de li deryayê bin avbûne.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket