Keneda: Dahata pêşangehekê bo zarokên Kobanê û Şengalê

kurdistani 11:39 AM - 2015-02-26
Keneda: Dahata pêşangehekê bo zarokên penaber

Keneda: Dahata pêşangehekê bo zarokên penaber

Bi diruşma, “Wateya tabloyekê li ser dîwar çiye, ger zarokek birçî be? ” honermendên şêwekar li bajarê Toronto ya Kenda pêşangehek lidar xistin û dahata wê jî ji bo zarokên penaber ên Kobanê û Şengalê ye.

Rêxistina pêwendiya kurdî li dijî jenosîdê li bajarê Toronto pêşangehek şêwekarî ya hevbeş li jêr navnîşana zarokên rojê ji bo sê hunermendên şêwekar (Hacî Xanim, Şîlan Cebar, Zêneb El-Elî) rêxist.

Hêjayî gotinê ye proseya komkirina alîkariyên hunermendan gelekî bi serkeftî birêve çû, hejmarek zor li revenda Kurdî jî piştevaniya xwe bo kirrîna tabloyan nîşan dan û ew diruşmeya (Bi kirîna tabloyekê tuyê zarokekî birçî rizgar bikî) bilind hate girtin.

Li dawiyê jî hunermendan spasiya xwe arasteyî rêxistina pêwendî ya Kurdî li dijî jenosîdê kirin ku hevkarbûn bo ghîandina peyama wan a bi navê “Wateya tabloyekê li ser dîwar çiye, ger zarokek birçî be? ”.

PUKmedia/Osman Elî - Keneda

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket