KOBANÊ Û Xweparastina Jinan.... Asya Abdullah

kurdistani 05:03 PM - 2015-02-25
Asya Abdullah

Asya Abdullah

Li Kantona Kobanê ji aliyekî ve pêngava rizgarkirina gundên Kobanê didome li aliyê din jî pêngava jinûveavakirina Kobanê bi lez û bez pêş dikeve. Der barê jinûveavakirina Kobanê de em baş pê dizanin ku dê gelê kurd ê ku di dema êrîşan de bi tifaqeke xurt li ber vê pêla faşîzan rawestiya û êrîş şikand ew ê Kobanê ji nû ve ava jî bike. Em baş pê dizanin ku hêzên hegemonîk û hevkarên wan ên li herêma Rojhilata Navîn bi rêya çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê hewl dan ku pergala demokratîk a bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê pêşxistin û azadiya jinan kakilê vê paradîgmayê ye hewl dan ku têk bibin. Lê belê hêzên kurd YPG/YPJ, tifaqa enternasyonalîst a li Kobanê pêşketî bi berxwedana xwe ya destanî vê armanca kirêt a hegemonyaya modernîteya kapîtalîst têk bir. Bi vê berwedana enternasyonalîst derket holê ku Kobanê bûye navê jiyana nû. Û ev jiyan ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû pêkhateyên Rojava û Sûriyeyê jî wekî navendeke katalîzor e.

Ji bo vê yekê Kobanê rastî van êrîşan hat. Di bingeha êrîşan de dihat xwestin ku di şexsê Kobanê de pergala demokratîk têk bibin, gelan bê dîrok, bê çand û kelepor bihêlin, jinên ku sembola pêşverûtiyê û azadiyê ne bi dîlkirin, li bazaran firotin, tacîz û tecawiza li hemberî wan ve civaka exlaqî û polîtîk ji holê rakin. Helbet di vê serdema ku gel bi pergala demokratîk a Rojava ya ku hemû pêkhate bi reng û dengê xwe dikarin tê de azad bijîn, demokrasiya rasteqîn ava kir. Ev yek roj bi roj gelan ber bi xwe ve dikişîne. Kobanê û pergala di şexsê Kobanê de tê avakirin ji bo vê yekê girîng e.

Yanî di vê mijarê de jî derket holê ku Rojava dikare pêşengtiyeke pir mezin bike. Di warê berxwedana li hemberî faşîzma tarî de xeta sêyemîn a gelan û xweparastina gelan bi Kobanê re ji gelên cîhanê re pesend kir ku dikare bi ser bikeve. Ev yek kir ku di peşengiya jinan û gelan de li ser esasên xweparastina cewherî civak xwe bi rêxistin bike û hemû pêlên êrîşan bikare bişikîne. Îro roj ev model li Şengalê û li gelek deverên din tê pêşxistin û li wan deran jî çeteyên faşîst derbên giran dixwin. Ji bo vê jî berxwedana Kobanê, serkeftina Kobanê dibe ku di gelek aliyan de were nirxandin. Ev yek ne tenê derbekê di warê leşkerî de, derbekê di warê israra ku sîstema xwe li her derê çêbikin, derbekê ji bo vê li her derî demokrasiya xwe çêbikin bû. Cihê ku îradeya azad, jiyaneke azad ku ke

sên faşîzma DAIŞ qebûl nakin, ava dikin hebe li vir jiyan azad dibe, bi rûmet dibe. Lazim e ku serkeftina Kobanê mirov di vê çarçoveyê de bigire dest. Lazim e ku hemû jinên li cîhanê yên bi qirkirina hişmendiya baviksalariyê re rûbirûne vê xetê mînak bigirin û xweparastina cewherî pêş bixin. Ji berk u jin li ku derê cîhanê dibe bila bibe rastî şîdetê, tacîz û destdirêjiyê were li vir azadiya civakê nepêkan e. Li vê derê mirov nikare behsa jiyaneke demokratîk bike. Jin li Kobanê bi ser ketin, dikarin bi rêxistingeriya xwe ya demokratîk li her derê cîhanê jî bi ser kevin.

PUKmedia/A.welat

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket