Şerê psîkolojîk... Xelîl DALKILIÇ
kurdistani 02:03 PM - 2015-02-23XELÎL DALKILIÇ
Li Bakurê Kurdistanê êrîş û operasyonên psîkolojîkî û pratîkî yên li dijî Kurdan û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdî her berdewam in. Hikûmeta Tirk pêvajoya aştî û çareseriyê ya ku bona çareseriya pirsgirêka Kurdî tê meşandin, di van êrîşan de mîna navgîneke şantajê bikar tîne. Ev dora du hefteyan e, nûnerên hikûmetê daxuyanî li ser daxuyaniyan didin û îdia dikin ku ‘PKK wê çekan deyne’. Qelemşorên wek berdevkên hikûmetê kar dikin jî vê yekê bi hostayî bo xerakirina psîkolojiya Kurdan û zêdekirina tundiya li ser Tevgera Kurdî bikartînin. Bi van gotin û nûçeyên derew atmosfereke wer tê avakirin ku qey hêla ku bona çareseriya pirsgirêkê gavan bavêje tenê Tevgera Kurd e û ji ber vê yekê jî divê herkes li benda daxuyaniyeke PKK’ê ya ‘çekberdanê’ bimîne.
Wexta hikûmeta Tirk vî şerê psîkolojîk bi rê ve dibe, di heman çaxê de hinek siyasetmedarên Kurd jî bi daxuyaniyên xwe, bandora van êrîşan mezintir dikin. Hinek dibêjin "di nava çend rojan de heyeta HDP’ê û berdevkên hikûmetê wê bi hev re daxuyaniyan bidin", hinek dibêjin "birêz Ocalan di Newrozê de wê bangeke nû bike." Xelk jî ji van gotinan wer fam dike; ku gotinên berdevkên hikûmeta Tirk rast in û PKK û birêz Ocalan wê bêyî gavavêtina hikûmetê, biryara berdena çekan îlan bikin!..
Helbet ew siyasetmedarên Kurd ên li qadê legal bi daxuyaniyên xwe dixwazin jidilbûna xwe ya bo çareseriya demokratîk bînin zimên. Lê wer xuya ye ku pirî caran qet hesabê xwe rast nakin û dikevin bin bandora polîtîkayên hikûmeta Tirk. Bi gotin û daxuyaniyên xwe, polîtîkayên hikûmetê yên bi israrkirina înkara mafên Kurdan tên meşandin, rewa dikin...
Gelo hêla ku di destpêkê de gavan bavêje kîjan e?
Hêla ku dest ji polîtîkayên înkar, tunekirin, kuştin û girtinê berde û bo avakirina rejîmeke demokratîk û mîsogerkirina mafên Kurdan yasayan derêxe kîjan e?..
Eger dewleta Tirk mafên Kurdan ên netewî, siyasî û kulturî nas bike û mafan bi yasayan mîsoger bike, helbet PKK’ê wê bo Bakurê Kurdistanê mijara bidawîkirina şerê çekdarî bîne rojevê û belkî biryarekî wek çekberdanê jî bide. Ji xwe wek tê zanîn; ji ber ku şertên meşandina têkoşîna demokratîk li holê nebû, PKK’ê mecbûr mabû ku têkoşînê bi şerê çekdarî bide.
Lê îro, bêyî avêtina gavên demokratîk û berovajî vê yekê di bin ewqas êrîşên rojane yên dewletê û di serdemeke ku her roj bi dehan çalakvanên Kurd têne girtin, her roj yasayên otorîter ên tundiya li ser xelkê zêdetir dike, tên derxistin de tenê bahsa çekberdanê kirin, manîpûlasyoneke metirsîdar e. Bi van polîtîkayan him libendêmayîneke ji Tevgera Kurdî tê afirandin him jî moral û motîvasyona Kurdan tê şkestin. Eger pêvajo bi pêş ve nere; wê çaxê jî PKK’ê wê wek hêla sûcdar û ya ku çareseriyê naxwaze tê îlankirin. Yanî lîstik di nav lîstikan de...
Bo çareseriya pirsgirêka Kurdî li Tirkiyê hêla ku gavên demokratîk bavêje û pêşiya çareseriyê û rejîmeke demokratîk veke, hikûmeta Tirk bi xwe ye. Eger derbarê çareseriya pirsgirêka Kurdî xelk li benda gavavêtinekê bibe; ew gav, gavên ku hikûmeta Tirk bavêje ne. Wekî ku Endamê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Duran Kalkan jî aniye zimên; aliyê ku di destpêkê de çekan deyne, polîtîkaya înkar û tunekirinê bidawî bike, kuştin û girtina çalakvanên Kurd bide sekinandin û bo mîsogerkirina mafên Kurdan ên neteweyî, siyasî û kulturî gavên demokratîk bavêje hikûmeta Tirk bi xwe ye!..
Herwiha Tevgera Kurdî aşkere dike ku pirsgirêka çekan, mijara herî dawî ya pêvajoya çareseriyê ya ku li ser gotûbêj bê kirin e. Ji xwe eger dewlet û hikûmeta Tirk bo çareseriyê gavên berbiçav bavêjin û hebûn û mafên Kurdan bên mîsogerkirin, wê çaxê Tevgera Azadiyê ya Kurdî jî wê xwe gorî mercên nû ji nû ve organîze bike û şêwazên têkoşîna xwe li ber çavan re derbas bike...
Bi daxuyaniyên bêhesab moralê xelkê xirab mekin!..
PUKmedia/Y.O.Politika
hewal ziyatr
-
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
11:15 AM - 2024-04-26 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24
zêdetir tamaşe bike
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
09:14 PM - 2024-04-24
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25 -
Zêdetirî 107 hezar dengder dê kartên biyometrîk werbigirin
Kurdistan 11:10 AM - 2024-04-26 -
Dahata Silêmanî ya heftane zêdetirî 20 milyar e
Kurdistan 11:15 AM - 2024-04-26