Li Efrînê şûnwarên Mîtaniyan... dîroka gundekî

kurdistani 10:55 AM - 2015-02-21
Li Efrînê şûnwarên Mîtaniyan

Li Efrînê şûnwarên Mîtaniyan

Li gundê Fafirtînê yê navçeya Şêrawa ya Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku wekî wargehek dîrokî tê zanîn, 366 şikeftên dîrokî, ango qasî rojên salê şikeft hene.

Gundê Fafirtînê 40 kîlometre dikeve başûr-rojhilatê Efrînê. Li gund 110 malbat jiyan dikin. Gund li ser herêmeke ku derdora wê tev kevirin hatiye avakirin. Li ser erda gund û derdora wê 366 şikeftên ku bi awayekî hostane hatine kolan hene. Devê hemû şikeftan li aliyê rojê ne. Ji şeklê ku şikeft pê hatine kolan diyar dibe ku hinek ji wan wekî cihên veşartina miriyan hatine bikaranîn. Hinek jî wekî depo, cihên parastin û malê hatine bikaranîn. Di gelek şikeftan de riyên veşartî ku 2 yan jî 3 şikeftan digihînin hev, hene. Devê şikfta biçûk hatiye kolan û  di riyên daketina wan de pêlik hatine çêkirin.

Dîroka dewlemend

Li aliyên din jî li ser riwê erdê bi sedan kevirên ku dîroka hezaran salan vedibêjin, derodor dorpêçkirine. Li ser gelek keviran neqşên cûda hatine kolan. Di derdora gund de çawa çavê merov dinere kevirên dîrokî û bermahiyên ku ji qeser û qubeyên ji ber wan mane hene. Li aliyê dinjî di nava wan qesrean de goleke mezin di keviran de hatiye kolan, li gorî şeklê wê diyar dibe ku gola avjêniyê bû. Di avakirina avahî û qewsan de kevirên herêmê hatine bikar anîn. Di avakirina wan de tu medeyên ku wan bi hev bide zeliqandin ne hatine danîn lê car de jî xweş rawestiyan e û heta niha li ber xwe dane.

Di meydan gund de û di bin erdê de gelek depoyên avê hatine çêkirin û ava baranê têde hatiye depokirin. Di van depoyan de heta niha av heye. Li kêleka depoyan hewdên ji keviran hatine kolan hatine danîn. Li ber gelek sarinc (depoyon avê yên bin erd) heta niha hîn hewdên ji kevir hene. Balkêşe ku hin gundî niha jî ji bo avadana pêzên xwe wan hewdan bi kar tînin.

Gundiyê bi navê Mihemed Xelîl (31) diyar kir ku ji beriya 15 salan gelak caran şandeyên ewropî ji bo lêkolînê dihatin gundê wan û ev agahî dan: ”Gelek caran şandeyên lêkolînê yên Ewropî dihatin gundê me û lêkolîn dikirin. Gelek şikeft girtîbûn wan lêkolîn kir û devên wan vekirin. Dema digeriyan ne dihiştin gundî nêzî wan bidin, tenê zilamên dewletê bi wan re digeriyan û her tiştên ku dihate dîtin dibirin. Dihate gotin ku gelek tişt ji vir birin. Tê bîra min 12 sal berê derfet çêbû û ez çûm gel şandeyekê dema karê xwe xilas kirin, min ji wan pirsî ev avahî yên kengî ne gotin ev vedgere 200 salî beriya zayînê. Ji aliyê Mîtaniyan ve hatibû avakirin. Piştre jî xiristyan di vir de bi cih bûnû demekê dirêj ew jî li vir man e. Dewletê di nivîsên xwe de yên derbarê gundê me de digotin ev a xiristyaniya ye.”

Heta beriya 60 salî di şikeftanan de jiyan dikirin

Welatiyê bi navê Hisên Xelîl (33) da zanîn bavê wî ji wan re got ku heta beriya 60 salî wan di şikeftan de jiyan dikirin û ev tişt anî ser ziman: ”Piştî rewş hat guhertin, xanî çêbûn û niha gelek mal di şikeftan de dewarên xwe xwedî dikin û tiştên ziztanê tê de depo dikin.”

Avahiyên kevin xirab kirin

Xelîl bibîr xist ku bi destpêka şoreşê re wan şikeft paqijkirin da ku xwe têde biparêzin û wiha axivî: ”Di destpêka şoreşa Sûriyê û Rojava re di herêmê de valatî hate jiyankirin. Di wê demê de gelek kesên ne diyar hatin nava bermahiyên derveyî gund û kolan dikin kirin. Glelek avahiyên zindî mabûn anîn xwar û ji kevirên wan xaniyên nû ava kirin. Piştî hêzên YPG’ê di herêmê de ser wer bûn rê nadin tu kesî kolanê bike û bermahiyan xira bikin.”

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket