Serok Mam Celal pêşwazî li konsolê giştî ya Almanya kir
kurdistani 05:37 PM - 2015-02-20Serok Mam Celal pêşwazî li konsolê giştî ya Almanya kir
Serok Mam Celal îro înê 20 / 2 / 2015`e li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li konsolê giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê Dîta Lamlî kir.
Lamlî pirsa rewşa tendirustiya Serok Mam Celal kir û dilxweşiya xwe bi başbûna rewşa tendirustiya Serok Mam Celal anî ziman.
Di hevîdtinê de ya bi amadebûna her yek ji endama polîtburoya YNK`ê Hêro Îbrahîm Ehmed û nûnerê YNK`ê li Almanya Babe Şêx birêve çû, rewş û pêşketinên dawî yên li navçeyê û Herêma Kurdistanê rû didin hatine gotebêj kirin, her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanya de hatine nirxandin û herdu aliyan tekez li ser giringiya peywendiyên Herêmê û Almanya û pêşxistina van peywendiyan kirin.
Konsolê giştî ya Almanya div ê derbarê de tekez li ser wê yekê kir ku dujminê Herêma Kurdistanê û Almanya yeke ew jî DAIŞ`e û bal kişand ser bi wê yekê ku hêzên pêşmerge ne bitenê berevanî li Kurdistanê û Êraqê dikin, di heman demê berevanî li Almanya, Ewropa û hemû mirovahiyê dikin, ji ber vê çendê Almanya di zanebûna wê yekê de ku divê di warên cuda de alîkarî pêşkêşî Herêma Kurdistanê bike û bi şêweyeke aktîv destê yarmetiyê dirêjî gelê Kurdistanê bike, konsolê Alman da xuya kirin ku ev yekem care piştî şerê cîhanê ya duyem Almanya çek û teqemenî rêdike derveyî Almanya.
Di hevdîtinê de û ji aliyekî din ve Dîta Lamlî rola serok Mam Celal di pêşxistina peywendiyên di navbera Almanya û Êraqê de û ji aliyek din ve pêşxistina peywendiyên di navbera Almanya û Herêma Kurdistanê giranbiha nirxand.
Sebaret bi yekrêziya di navbera pêkhateyên Êraqê de, konsolê Alman bi giringî li ser rola Serok Mam Celal div ê mijarê de axivî û ragihand ku pêdiviya qonaxa niha Îraq û Herêma Kurdistanê di nav de derbas dib, bi kesayetiyek weku Serok Mam Celal heye, ya aramî û seqemgirî di dema xwe de li Êraqê û Herêma Kurdistanê çespand.
Di dawî de konsolê giştî ya Almanya li Herêma Kurdistanê hevdîtina ligel serok Mam Celal bi hevdîtina berhemdar nirxand û da xuya kirin ku ew hêvîdare herdem rewşa tendirustiya Serok Mam Celal başe be û li ser xwe be.
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
09:39 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
10:09 AM - 2024-04-23
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
03:59 PM - 2024-04-22
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
03:12 PM - 2024-04-22
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Binpêkirina mafên rojnamevanan hereşeyek rastî ye bo navûdengê Herêmê
Kurdistan 03:12 PM - 2024-04-22 -
Qubad Talebanî daxwaza rakirina qedexeya ser firokexaneyê kir
Kurdistan 12:14 PM - 2024-04-23 -
Serokomarên Iraq û Tirkiyeyê: Divê pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin
Êraq 03:59 PM - 2024-04-22 -
YNK:hilbijartinên parlamentoyê di dema xwe de bên lidarxistin
Kurdistan 09:39 PM - 2024-04-22 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
Kurdistan 10:48 PM - 2024-04-22 -
Xelata Bile Zêrîn ên sala 2024’an dê bên dayîn
Kurdistan 10:09 AM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 10:45 AM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
Kurdistan 12:49 PM - 2024-04-23