Berevaniya Kobanê: Hatine Pêşmerge daxwazek gelêrî ya gelê Kurd bû

kurdistani 04:13 PM - 2015-02-19
Hatine Pêşmerge daxwazek gelêrî ya gelê Kurd bû

Hatine Pêşmerge daxwazek gelêrî ya gelê Kurd bû

Serokê desteya Berevaniya Kobanê Ismet Şêx Hesen bang li civaka navdewletî kir di paqijkirina Kobanê ji bombe û mînên DAIŞ li tax û gundên Kobanê de çandine hevkar bin.

Şêx Hesen di hevpeyvînekê li gel PUKmedia got; Bermahiyên teqemeniyê yên çeteyên DAIŞ li pey xwe hêştine roj bi roj jiyana welatiyên sivîl dide berxwe û destine, bi teybet li gundên ku DAIŞ heyamek kurt di nav de ma.

Sebaret bi pirsa me derbarê mandina hêzên Pêşmerge li Kantona Kobanê, Şêx Hesen bersiv da û got; Piştgiriya hêzên Pêşmerge bo hêzên YPG`ê û YPJ`e daxwazek gelêrî ya gelê Kurd bû û pêngavek erênî bû û wiha pê de çû: Ta hemû gund û deverên Kobanê rizgar bibin Pêşmerge li Kobanê bimînin dê baş be, lê eger ew vegerin Herêmê jî dê emê dîsa spasdar bin.

Şêx Hesan berdewam kir û got: Divê her çar pereçeyên Kurdistanê piştgirî li hev bikin, ne bi tenê hêzên YPG`ê, YPJ`e û Pêşmerge.

Sebaret bi rizgarkirina gund û navçeyên Ereb ên li ser tixûbin Kobanê ne, Şêx Hesen da xuya kirin; Rizgarkirina gund û navçeyên Ereb ên li derûberê kantona Kobanê ne, erka astêşa Azad û Hêzên beşdarî Volkan Furat bûne ye, lê eger ji me bête xwestin em beşdar bibin, emê erênî bersiv bidin, ji ber ku em beşekin ji Sûriyê û em jib p Sûriyek demokratîl, pirreng, azad û dadwer xebat dikin, û ji ber vê çendê YPG`ê cudahiyê naxîne di navbera Kurd û Ereb û pêkhateyên cuda de, ew şerê DAIŞ û her kesê destê wî bi xwîna gelê Sûriyê qirêj bûye dike.

Di dawiya hevpeyvîna xwe de Serokê desteya Berevaniya Kobanê Şêx Hesen got; Emê di rojên pêş de mizgîniya paqijkirina hemû gundewarên Kobanê ji qirêja DAIŞ bidin gelê Kurd.

A: Sêwrawî Mamo

PUKmedia / Eşref Mehmûd / Kobanê

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket