Wezîrê berevaniya Danîmarkê jî şervanên Kobanê silav kir

kurdistani 11:15 AM - 2015-02-17
Îbrahîm Îbrahîm digel  Nikolai Varmn Alan

Îbrahîm Îbrahîm digel Nikolai Varmn Alan

Wezîrê berevaniya Danîmarkê Nikolai Varmn Alan jî serkeftina şervanên berxwedana Kobanê ji keç û lawên wê silav kir.

Li gorî berpirsekî ragihandina Partiya Yekîtiya Demokratî PYD`ê ragihand ku ji ber serkeftina berxwedana keç û lawên Kobanê li dijî rêxistina bi navê DAIŞê ya terorîst, wezîrê berevaniya welatê Danîmarkayê, Nikolai Varmn Alan destxweş li berxwedanvanên berxwedana Kobanê kir û ew tevayî silav kirin û got; Em bi şervanên Kobanê re, li dijî terorîstan di yek xendekê de.

Her weha ev nûçeya, ji rûpela berpirsê ragihandina Partiya Demokratîk ya li Ewropayê Îbrahîm Îbrahîm hatiye girtin ku tê de amaje bi hevdîtineke xwe digel wezîrê berevaniya Danîmarkê dike ku ew keç û lawên Kobanê silav dike û dibêje em û şervanên Kobanê di yek xendekê de li dijî terorîstan e.

Hêjayî gotinê ye ku piştî 4 mehan ji berevanî û berxwedana şervanên YPG-YPJ`ê bi hevkariya pêşmerge û hinek ji ketîbeyên Artêşa Azad û Eniya Kurda û hevpeymaniya navnetewî li dijî terorê, şervanên Yekîneyên Parastina gel û ya jinê, dikarîn bajarê Kobanê bi tevayî ji destê DAIŞê, pak û rizgar bikin û ji 27 meha çelê ve, qonaxa duyemîn ya pakkirina gund û bajarokên derdora kobanê û girê sipî dest pê kiriye û heya niha bêhtir jio 300 gund hatine pakkirin. Di encamê de jî, pîrozbahî ji gelek welat û sazî û rêxistin û gelên Cîhanê ji Kobanê û şervanên wê re hatin şandin û ew serkeftin bi dîrokî nirxandin.

PUKmedia-Hozan Efrînî  

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket