Silêmanî: Xwepêşandana ji bo azadkirinê û şermezarkirina komployê

kurdistani 06:46 PM - 2015-02-15
Silêmanî: Xwepêşandana ji bo azadkirinê û şermezarkirina koployê

Silêmanî: Xwepêşandana ji bo azadkirinê û şermezarkirina koployê

Li bajarê Silêmaniyê jî komploya 15ê şubatê bi tundî hat şermezarkirin û daxwaza azakirina serok Ocalan hat kirin.

Îro li bajarê Silêmaniyê, ji bo şermezarkirina roja reş ya 15-2-1999 ku têde komploya navnetewî li dijî rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan pêkhatiye, îro demjimêr 3 paş nîvro, li Saholeke heya ber Baxê Giştî xwepêşandaneke gelî dest pê kir.

Her weha ew xwepêşandan ji aliyê polîsên parastina sivîlan û yên hatûçûnê ve hat parastin û rê li ber xwepêşandvanan vekirin û otombîl û makîneyên nava bajêr rêka wan dan guhertin û xwedî li xwepêandevanan derketin û ew xwepêşandan bi aramî û demokratîk gihîşte armanca xwe.

Di wê xwepêşandanê de, hejmarek ji part û rêxistinên sivîl jî beşdar bibûn û gelek ji wan aliyan jî, gotarên xwe pêşkêş kirin û komploya 15`ê şubatê bi tundî şermezar kirin û rola rêzdar Ocalan di pêşxistin û naskirina tekoşîna gelê Kurd û şoreşa Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û li asta her çar aliyên Kurdistanê pir mezin û girîng nirxandin.

Her weha di serî de, gotara Civaka Azadî û demokrasiya Kurdistanê hat pêşkêş kirin û tê de, hemû ew aliyên beşdarî komploya li dijî Rêberê Kurd Ebdulah Ocalan kirine bi tundî şermezar kir û amaje bi komkirina bêhtir ji 10 milyon îmze ji bo rêzdar Ocalan hat kirin û di dawiyê de, bang li hemû azadî û demokratîxwazan kirin ku piştîvaniya li azadkirina Ocalan bikin û ji hikûmeta Tirkiyê jî xwestin ku proseya aştiyê pêşbixin û rêberê Kurd bi zûtirîn dem azad bikin.

Piştre jî gotarê sekreterê giştî yê Parrtiya Ayendeya Kurdistan hat pêşkêş kirin û di naveroka wê gotarê de, derbarê rola rêberê gelê Kurd di arastekirina xebateke netewî û hişyarkirina kurdên Bakurê Kurdistanê û gihîştina dengê azadiya Kurdan bi tevahî dunyayê û her weha rola Xebata wî di zîndanê de û bandora xwe li ser tekoşîna netewî û bi taybetî yê di vê dawiyê de li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê û şikestanîna bi rêxistina DAIŞê ya terorîstî û parasrtina vîna azad ya gelê kurd û di dawiya axiftina xwe de, azadî ji Ocalan re xwestin û ew komploya jî şermezar kir.

Hêjayî gotinê ye ku Di 15'ê Sibata 1999'an de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Komployeke Navneteweyî pêk hat, Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin û komplo dikeve sala 16'emîn. Xwestin bi komployê daxwaza kurdan ya azadiyê têk bibin, gelê kurd ji bo Ocalan daketin qadan û sala par bi dirûşma 'Ji Ocalan re Azadî' kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin û kurd hewl didin bi vê kampanyayê bi temamî komployê têk bibin.

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî yekemîn kongreya PKK'ê li dar xist di 1979'an de li ser Kobanê RE derbasî Suriyeyê bû û li vir li aliyekî kadroyên partiyê perwerde kirin û li aliyekî binesaziya şoreşê pêk anî. Ocalan bi pergal û paradîgamaya pêk anîn qirkirina li hemberî gelê kurd rawestandin û ji ber vê yêkê bû hedefa hêzên navneteweyî. Ji ber vê yêkên hêzên navneteweyî ji bo PKK û Ocalan tasfiye bikin dest bi tifaqan kirin. Di encama van tifaqan de Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an ji Sûriyeyê derket.

Li ser van tifaqan gelek welatên Ocalan dewet kirin welatên xwe, deriyên xwe ji Ocalan re girtin. Ocalan ligel vê yekê ewil derbasî Yewnanistanê bû, piştre derbasî Rusyayê û ji wir çû Îtalyayê û careke din hat Rusyayê û ji wir careke din hate Yewnanistanê û herî dawî derbasî paytexta Kenya Naîrobiyê bû. Ocalan li Kenyayê bi operasyoneke hevpar a hêzên îstîxbarata navneteweyî ve hate revandin û li balafirgehê radestî hêzên taybet ên tirk hate kirin û anîn Tirkiyeyê.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket