Ferhan Hecî Îsa; Berxwedana Kobanê û nêrîna rast ya TEV.DEMê destkeft bidestxistin

kurdistani 08:39 PM - 2015-02-14
Ferhan Hecî Îsa; Berxwedana Kobanê û nêrîna rast ya TEV.DEMê destkeft bidestxistin

Ferhan Hecî Îsa; Berxwedana Kobanê û nêrîna rast ya TEV.DEMê destkeft bidestxistin

Serokê Desteya Dadweriya Kantona Kobanê Ferhan Hacî Îsa ji PUKmedia`yê re derbarê serkeftina nêrîna TEV.DEM`ê li Rojavayê Kurdistanê û destkeftên heyî, digel wê jî, ew berhema dawî ya serdana şandeya berxwedana Kobanê ji Qesra Elîzeyê re û pêşwazîkirina gerim ji aliyê serokkomarê Firansa Firansewa Holand ve û bandora wê û aliyên wê serdanê yên pir erênî û di xizmeta pêşeroja doza gelê Kurd de bi awayekî zelal tîne ser ziman.

Ferhan Hacî Îsa di daxuyaniya xwe ya taybet ji PUKmedia`yê re di barê pêşwazîkirina serokê Firansa ji şandeya Rojavayê Kurdistanê re got; Ji destpêka bizava li Sûriye û piştî 15-3-2011`an, di encama xwendin û şirovekirina rast ji buyeran re, Tevgera Civaka Demokratîk dest bi çalakkirin û karekirina  sazî û dezgehên xwe yên civaka sivîl kir û rêxistin û birêkkirina sîstem û kar bi bê qerbelexî teqûreqkirin û bi awayekî rêkûpêk û bi serxwe, rêxistina cemewer û azadkirina vîna wê ku ew hêza serekî û bingehîn e di bandorkirina li ser rewş û buyerên heyî.

Hecî Îsa di barê avakirin û sazkirina hêza YPG`ê de nêrîna xwe anî ser ziman û got: Tevgera Civaka Demokratîk piştî ku ewqas kar û xebat û damezrandina saziyên sivîl û birêxistina cemewerê xwe, bi piştîvaniya vîna cemewerê xwe ya azad û bihêz, bîr li avakirina hêza Parastinê kir tako ew hêz bikaribe van sazî û damezrewên avakirî yên cemewerî û sivîl biparêze, her weha ji bo berdewamkirin li ser baweriyên ku hatine çespandin li ser bingeha hizrên hevpariya hevdu pejirandin ku hevrikê siyasî û olî û etnîkî ye û dest bi xebat û kar bê kirin û bi awayekî pak û dirust ji bo pêşxistina vê rêkê ku êdî hemû pêkhatên gelên Sûrî têghîştine.

Îsa wiha fikir dike ku Tevgera TEV.DEM`ê weke Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê nekiri teqûreq û qerbeleqî, lê dest bi amadekirin û perwerdekirina kadroyên xwe kir û berê xwe neda qerbelexiyê û nandozî û tevlîheviyê ku li ser şepêla guhertinê siwar bibûn û bê bê fedekarî û neliheviya peywendiyên xwe digel eniyên dostayetî mîna ENKSê nekir û bi berevajayî wê kar kir û cihêî xwe girt.

Her weha bi berevajayî ENKSê, TVDV.DEM`ê li ser bingeha hizrên hevparî û çareserkirina doza Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û çareserkirina pirsên civakî li Sûriyê bi giştî kir armanca tekoşîna xwe. Her ev kar, bû sedema sirinc rakişandina hemû aliyan û ji pêkhatên etnîkî û olî û her aliyekî ber bi xwe kişand û bi hev re kar û xebat kirin û nimûneyê vê rengereng û mozayîkê jî li Kantona Cezîrê ye .
Li ser wê bingehê, dest bi pêşkêşkirina nêrîn û proseya siyasî û nivîsandina girêbesta civakî ku di nav wê de, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bû hat kirin ku gelek hatiye pejirandin û bi cîkirin digel pêşxistina hêzên Parastina Gel ku ji hemû pêkhatan bi bê cudabûn hatiye damezrandin.

Ferhen Îsa di berdewambûna axiftina ya ji PUKmedia`yê re got; Ji ber ku nêrîn û proseya TEV,DEM`ê bi serket, wê yekê hîşt ku neyar û şovînîstên Erebî û neyarên vejandina şoreşgerî li Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî dijmantiya tevgera me bikin û di destpêkê de bi awayekî siyasî û bi riya teşhîrkirin û nexweşkirina navûbanga rêk û nêrînan û gerimkirin û hendana komên çekdar li dijî destkeftên gelê me ku ji aliyê ecnîdeyên derveyê ve dihatin têvedan ku yê herî dawî jî, DAIŞ bû ku gelek hov û tundrew bû.

Her weha bi vê rengî kar û xebata dîplomatîk ya TEV.DEM`ê li Ewrupa û li derveyî welat û Emerîkayê çalaktir bû, ev pêşkeftin jî di holên navnetewî de hat xwuyakirin û di encamê de, hatin û serdanên desteyên lêkolkîn û lêgerînên welatên Ewrupayê çi bi riya dîplometîk û çi bi riya rojnamegeriyê ji Rojavayê Kurdistanê re pir berfereh bû û rewşa Xweseriya Demokrasî ya li Rojavayê ji nêzîk ve şopandin û û têgeh û nêzîketî û tevgera sivîl a xwebirêvebirinê pejirandin û digel wê yekê jî, berxwedana Kobanê xala herî cîbicîker bû û ew kar û tekoşîn ji asta navçeyî û herêmî derxist û kir bi raya cîhanî û gerdûnî û ewê ku li Firansayê û di Qesra Elîzeyê de pêkhat, encama vê nêrînên ku me li jor anî bû serziman ku berê navnetewî wiha be û ne ya dawiyê ye û wê berferehtir jî bibe.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket