Mela Bextiyar: Pêşmerge, şervanên YPG`ê û Gerîla silav kirin
kurdistani 07:17 PM - 2015-02-14Mela Bextiyar: Pêşmerge, şervanên YPG`ê û Gerîla silav kirin
Bi serpereştiya berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê duh înê 13 / 2 / 2015`e li bajarê Silêmaniyê konfiransa ( Li Hember tundetujiyê, Lîberalîzim û riya aştî û Demokrasiyê ) birêve çû.
Konfirans bi beşdarbûna Xwendekar û Lawên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Yekîtiya Lawên Sosyal Demokrat a cîhana Ereb û bi hevkariya rêxistina Lawên Enternasyosalizima navdewletî û navenda Olf Palma birêve çû, berpirsê desteya kargêr Mela Bextiyar bi navê makteba siyasî ya YNK`ê û bi herdu zimanên Kurdî û Erebî gotarek pêşkêş kir, Mela Bextiyar di serî de silavên Serok Mam Celal aresteyî mêvanan kir û bi xêr hatin li mêvanên ji Filistîn, Libnan, Sûriyê, Misir, Tunês û her çar perçeyên Kurdistanê hatine kir.
Piştî ku helûmercên dijwar ên navçe di nav de derbas dibe û ji ber metirsiyên terora DAIŞ rûbirûyê dibe, Mela Bextiyar bal kişand ser bi wê yekê ku di demekê de 51 dewletên cîhanê bi mebesta ji navbirina DAIŞ hevpeymanek ligel hev lidarxistine, Rojava û Başûrê Kurdistanê şerê rêxistina terorê DAIŞ dike û rê nadin ku DAIŞ armancên nxwe cîbicî bike, Mela Bextiyar tekez kir ku îro Kurd û sengerên Berevaniyê yên hêzên pêşmerge, ji bo jinavbirina DAIŞ, hêviya hemû dewletên cîhanê ne.
Mela Bextiyar wiha pê de çû: Raste me gelek qurbanî dan û me gelek ciwanên xwe di riya azadiya welat dan, lê ti hilbijarteyên din li hember me nîn, divê em ji bo parastina xaka xwe her dem qurbaniyan bidin û amadebin bidin.
Sebaret bi helwesta dawî ya DYE li hember DAIŞ ragihiandiye, Mela Bextiyar da xuyakirin ku serokê Emerîka Obama di rojên dawî de ragihand ku bi tenê yek rê li pêşberî wan heye ew jî jinavbirina DAIŞ `e û ji bo jinavbirina DAIŞ daxwaz ji kongirêsa Emerîka dike ku desthilatdariyên berferh bide dest. Mela Bextiyar bal kişand ser bi gotinên Obama û got; Ev yek diyar dike ku operesyon berdewame bi dawî ne bûye, DAIŞ hêzên xwe jinûve birêxistin dike, her wiha da xuya kirin ku li gorî agahiyên di demê dawî de bi dest ketine nêzî 200 hezar çekdar DAIŞ hene,ev jî hêzeke metirsîdare, DAIŞ dixwazê li sê welatên Xîlafeta xwe li ser piyan bigre û ligel gelek rêxistinên terorê hevpeyman be.
Mela Bextiyar sebaret bi qurbaniyên gelê Kurd dane û amadebûne wî ji bo bergirîkirin li xaka xwe got; Tersî wê yekê û gotegotên ku digotin Partiyên desthilatdariyê dixwazin tirsê di dilê gel de biçînin, ligel ku ji bo bergirî li xaka welat bikin çendîn serkirde amade ne her titşê xwe bidin û bibin qurbanî, gelek ciwan jî amadene bibin qurbanî û bergirî li xaka welat bikin, me ji aliyê xwe ve herdem ew hişyarî dikir ku metirsiyeke mezin bi ser navçê û Êraqê de heye, dihate gotin ku partiyêin destilatê û pêşmerge ji bo şer ne amadene, lê derket holê ku serkirde, fermandar û welatiyên vê welatî herdem amadene bergirî li xaka xwe bikin û bibin bi qurbanî.
Û wiha pê de çû: Gelê Kurd wê ti carî razî nebe careke din vegere çarkoşeya bindestiyê, Kurd fêrî azadî û Damorasiyê bûne, ji bo me mirin ji qebolkirina bin destiyê bi rûmettire.
Di dawiya gotara xwe de Mela Baxtiyar hêzên Pêşmerge, Şervanên YPG`ê û Gerîlayên PKK`ê yên li hember terora DAIŞ û dujminan bergirî li Kurd û xaka welat dikin silav kirin.
PUKmedia / Pukpb
hewal ziyatr
-
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23 -
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Hewlêrê dike
10:48 PM - 2024-04-22
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
04:52 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
Kurdistan 05:11 PM - 2024-04-23 -
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
PUKMEDIA hin nîqaşên di navbera Sûdanî û Blinken de diweşîne
Kurdistan 04:52 PM - 2024-04-23 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
Kurdistan 07:47 PM - 2024-04-23