Partiyekî Muxribî Mela Bextiyar vexwend welatê Muxribê

kurdistani 10:32 AM - 2015-02-13
Partiyekî Muxribî Mela Bextiyar vexwend welatê Muxribê

Partiyekî Muxribî Mela Bextiyar vexwend welatê Muxribê

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Sosyalîst a Hêzên Gelî li Muxrêbê, di belavokekî de, bang li berpirsê Desteya Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan heval Mela Bextiyar dike tako serdana welatê Muxrêbê bike, ji bo ku riyeke herî baş û guncawtirîn ji bihêzkirin û pêşxistina peywendiyan di navbera herdu partiyan de tako xizmetê cuda cuda bikin û dadperwerî û mijarên çarenûsaz bên li ber çavgirtinê.

Bo Baerpirsê Desteya Kargêrî ya Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê rêzdar Hîkmet Mihemed Kerîm-Mela Bextiyar
Silav û rêz
Di destpêkê de, bi navê xwe û hemû berpirs û tekoşerên Partiya Yekîtiya Nîştimanî a Sosyalîsta Muxribê a Milî , hevrêtî û biratiya xwe ji9 bo cenabê we û hemû berpirsên tekoşerên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê derdibrim.

Ev derfet ji bo vexwendina we a birayetî peydadikim tako hûn serdana welatê xwe ya duyemîn bikin kud her demekê ji8 we re guncaw be, tako em bîr û bawerên xwe û baştirîn rêk ji bo bihêzkirina peywendiyên duqolî di navbera herdu partiyan de û hevkarî di barê xizmetkirina bi pirsên hevbeş û dadperwer û çarenûsaz yên welat û gelê me.

Her weha piştî ku canabê we razî bibin û pêşniyar û diyarkirina dema hatina we ji Muxribê re bê kirin, emê program û ecnîdeyên serdana we ji we re bişînin.

Baştirîn rêz û xweşdiviyên me yên bê sînor bipejirînin

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Sosyalîst a Hêzên Milî-Muxribê Îdrîs Leşker

9-2-2015

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket