Jinên Kurd li bereyên pêş ên şer û siyasetê

kurdistani 11:08 AM - 2015-02-12
Jinên Kurd li bereyên pêş ên şerê dijî DAIŞ in

Jinên Kurd li bereyên pêş ên şerê dijî DAIŞ in

 Nayê diyarkirin ku Nesrîn Ebdula bi bejna xwe ya kurt û rûkeniya xwe metirsî be li ser terorîstan, lê ev keça kurd fermandariya şervanan dikir ku terorîst ji bajarê Kobanê derxistin û têkşikandin.

Dema ku di kolanên Parîsê re derbas dibû weku qehreman ji aliyê Kurdan ve dihate pêşwazî kirinê, cilên xwe ên leşkerî ku ala Yekîneyên Parastina jin YPJ li ser bû ji xwe nekirbûn.

Ev keça 36 salî ku yek ji fermandarên Yekîneyên Jin a Kurdiye  li kobanê li bereyên pêş a şerê li dijî terorîstan bûye li sengerên li dijî dijminekî hov de bûye.

Nesrîn, fermandariya şervanên Kurd di şerê li dijî rêxistina DAIŞ dikirr ên ku beşek fereh ji axa Êraq û Sûriyê xistiye jêr kontrola xwe.
Fermande Nesrîn di civîneke cemawerî de ku bi çepikên germ hate pêşwazî kirin axivî û got: Me soza ku dabû gelê xwe bi cî anî, me serkeftin li kobanê bidest xist.

Di 26/1/2015 hêzên Kurdî piştî 4 meh ji şerên giran bi terorîstên DAIŞ re karîn Bajarê Kobanê rizgar bikin.

Li gor fermande Nesrîn ji %40 şervanên Kurd li bajarê Kobanê ji jinan in.

Yek ji wan jinên fermandara leşkerî weku (Narîn Efrîn)`e ku di serperştiya wê di bereyên pêş di parastina bajarê Kobanê binavûdeng bû.

Her weha (Arîn Mîrkan) yaku di 5/10/2014`an de xwe di nava terorîstên ku bajarê Kobanê dorpêç kiribûn teqand û bidehan terorîstên DAIŞ`ê kuştin.

Bi giştî 4 hezar jin di nava Yekîneyên Kurd de şer dikin li gor berpirsên Kurd ku naxwazin hejmara giştî yên şervanên xwe aşkira bikin.
Li ser pirsa gel ew ji terorîstên ku pisporin di şer de û ji hemû aliyê cîhanê hatibûn ditirsiyan? Gênca Kurd bersiv da û got: Berovajî, ew ji şerê jinan tirsiyan. Bi baweriya wan ê ku li ser destê jinan bê kuştin dê here dujehê (Cehenemê).

Nesrînê got: Tişta herî zehmet kêmaniya çek û cebilxaneyê ye.

Ji aliyê xwe ve hevseroka Partiya  Yekîtiya Demokrat PYD Asya Ebdula got: DAIŞ metirsiyeke mezine li ser rewşa jinan.
Roja yekşema borî 8/2/2015 serokê Fransa, Franswa Holand pêşwazî li Asya Ebdula û fermande Nesrîn kir.

PUKmedia/AFP- Xoşnav Husên

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket