Serkeftina Kobanê di nêrîna siyastemedarên Kurd û biyanî de..

kurdistani 12:20 PM - 2015-02-10
Serkeftina Kobanê di nêrîna siyastemedarên Kurd û biyanî de..

Serkeftina Kobanê di nêrîna siyastemedarên Kurd û biyanî de..

Piştî azadkirin û pakkirina kantona Kobanê, YPG`ê dest bi Girê Spî kir û wê piştre jî navçeya Babê jî bike armanca xwe.

Ev bêhtir ji 15 rojin ku bajarê Kobanê bi tevayî ji destê çete û çekdarên DAIŞê hatiye pakkirin û qonaxa duyemîn jî bi pakkirina gund û bajarokan dest pê kiriye ku di wê heyamêî de, bêhtir ji 290 gundên derdora Kobanê û hinek ji gundên Girê Spî ji aliyê hêzên YPG-YPJ`ê û bi alîkariya pêşmerge, û hinek ji ketîbeyên ser bi Artêşa Azad ve hatine pakkirin û azad kirin.

Li gorî ajans û jêderên ragihandina herêmî û navnetewî ku ev serketin, ne tenê ji bo azadkirina Kobanê ye, lê ew ji bo cih û warên din yên Kurd ku di bin destên rêxistina DAIŞê de ne û YPG`ê ji xwe re kiriye armanc ku wê piştî Kobanê dest bi azadkirina Girê Sipî û piştre jî vegerin Babê û heya bighêjin Azaz û Efrînê.

Nêrîna Serokê Şaresariya Mezin a Mêrdînê

Wek gelek siyasetmedar û hevserok û serokên alî û rêxistinên Kurdî di barê berxwedana gelê Kurd û nepejirandina stemên DAIŞê, Serokê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk di wê barê de nêrîna xwe anî ser ziman û got; Bi sekna gelê kurd DÎŞI hat rawestandin. Gelê kurd bû aktorekî mezin. Hemû cîhan wî qebûl dike. ji vir jî hat fehmkirin ku bê gelê kurd aştî nabe. Gelê kurd bedêlên mezin dan û hat heta vê astê. "

Ehmed Turk di barê azadkirina Kobanê û serkeftinê de û Şengal jî bi armanca azadkirinê girt û axivî; "Rojava" têkoşîneke dikin. Kurdan van deran dîrokek nivîsandin. Îro bi têkoşîna ku li Kobanêyê hat dayîn, azad bû. Şingal jî ber bi azadbûnê ve diçe."

Nêrîna berpirsê desteya kargêrî ya politburoya YNK`ê

Mela Bextiyar cexit li ser pirsa piştî serkeftina Kobanê tê pêşkêş kir, ku ew`e dê çawa NY û welatên demokrat li rojava û YE ligel rojhilata navîn danûstandinê bikin?

Mela Bextiyar da xuya kirin ku ew hêvîdare NY û rojava piştî vê şerî,  weku çawa ligel Japon û Korya Başûr piştî şerê cîhanê yê duyem danûstandin kirin, ligel rojhilata navîn bi heman şêweyê danûstandinê bikin û bi tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên aborî û petrolê de li rojhilata navîn mêze nekin.

û wiha pê de çû: Ez hêvîdarim di encma vê şerî de gorakariyeke mezin di sîstema fikrandin û felsefa siyasî ya cîhanê û NY de bê çêkirin, ku karibe pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, çandî û perwerdê li van welatan ji kokêve çareser bike.

Nêrîna Wezîrê derve ya Emerîkayê di barê azadkirina Kobanê de..

Wezîrê Karê derve yê EmerîkaJohn Kerry da xuyakirin ku rizgarkirina bajarê Kobanê ji aliyê hêzên Kurdî ve û derkirina çejdarê DAIŞ ji bajêr bi hevkariya bi piştevaniya balafirên hêzên hevpeymana navdewletî bûyerek diyardar bû di şerê li dijî terora DAIŞ.

Kerry di kongireyek rojnamevanî de ligel wezîr karê derve ya Maksîks Xosiyê Antonyo Mîdî û wezîrê karê derve ya Kenada John Bêrd li bajarê Boston a Emerîka got; Çekdarên tundrew naçar bûn li têkçûna xwe mûkir bên.

Kerry wiha berdewan kir: Hêşta gelek tişt mane bêne kirin, DAIŞ her dem tekez dikir ku Kobanê bû wê sembole û armanceke stratejîke.

Û wiha pê de çû: Derkirina wan ji Kobanê tê wateyê ku ev yek gelekî girîngeû divê kes xwe di vê yekê şaş neke, emê her dem ji bo rêxistinên radîkar û tundrew ên sînoran nasnakin rawestînin serî li heman mekanîzmeyan bidin ta em desthilardariya zagonan bisepînine.

Her weha di barê serkeftina berxwedana Kobanê de, General Jêms Têrî roja şemiyê bi beyannameyekê ku ji aliyê Pentagon ve hate balav kirin got; Hêzên Kurdî û bi piştevaniya hêzên me yên esmanî bajarê Kobanê vegerandin, ev yek diçespîne ku propaxandayên dibjên DAIŞ têk naçe valane.
Her wiha tekez kir ku: Hêzên hevpeymanê dê berdewam bin di şerê li dijî DAIŞ de.

Nêrîna serokkomarê Firancayê di barê serkeftina berxwedana Kobanê de..

Lê di barê serkeftina Kobanê û serdana şandeya Rojavayê Kurdistanê ji Qesra Elîzeyê ya serokkomariya Firansayê re û naveroka hevdîtina şandeyê bi Holand re Asya Ebdulah got; “Serokomar destpêkê berxwedana Kobanê silav kir. Em li ser rewşa dawî û geşedanê li Rojava, dîsa li ser berxwadana Kobanê ku hîn dom dike rawestiyan. Her wiha li ser pêşeroja Rojava û sîstema parastinê ya Rojava, ji nûve avakirina Kobanê gotubêj hatin kirin.”

 

Nêrîna Fermandarên YPG`ê...

Fermandar Polat Can, di berdewamiya peyama xwe ya pîrozbahî û destxweşiyê de, amaje bi wê yekê kir ku ev serkeftina wek sîle û şeqameke bihêz li ser çav û rûyê reş yê wan kes û aliyên ku rêgirî û neyartiya berxwedana Kobanê dikirin bû, ewên ku herdem digotin Kobanê çû, Kobanê firoştin, Kobanê ji ber wê û wê kete vê rewşê, ew rûreş derketin û ew kes û aliyên ku piştgirî û hevkariya Berxwedana Kobanê kirin niha dilxweş û serfirazin.

Di derbarê pêşeroj û awayê jinûva avakirina Kobanê de, Polaty Can got; Biryara dawiyê ya xelkê Kobanê bi xwe ye.

Di daxuyaniyeke xwe de, nivîskar û endamê rêveber yê Yekîtiya Nivîskarên Rojavayê Kurdistanê Xelîl Kalo ji PUKmedia`yê re ragihand ku; Bê goman iro Kobanê wekî cografiya.ç, dîrok, şervan û gel ne tenê bû sembola berxwedana cîhanî û gelê kurd ya serdem li dijî teror û hêza raman reş "DAIŞ " lê bû hêza pêşeng di têkbirina wê de, ku di seranserî herêma sûrî û Êraqê xewdî gef û komkujiyên mezine .

Xelîl Kalo dazanîn ku ew serkevtina mezin bi dest xistin û doza gelê kurd li ser astê cihanê derfetên nû peydekirin û kesayetiya kurd li Kurdistana Rojava bû xwedî bandor û bi biryar û ji xwe bawer.

Ji aliyê xwe ve jî nivîskar û lêkolînerê Rojhilatê Kurdistanê Kakşar Oremer di nivîseke xwe ya di barê sersala ragihandina Komara Mihabadê û serkeftina Kobanê de, wiha aniye ser ziman; Êdî bi vê serkeftinê re taboya Daîşê rastî şikesteke dîrokî hat û li herêmê cesaretek siyasî-leşkerî li dijî wan peyda bûye. Ji vir û pêde ewê bikevin serajêriya binkeftinê heya ku bi yekcarî dikevin nava zibildanka dîrokê.

Di 69mîn salroja damezirandina komara Kurdistan de Kobanî silaveke germ da Pêşewa Qazî û Mehabadê. Bi vê serkeftina mezin re êdî Kurd çeperê xwe yê parastin û azadîxwaziyê bihêzitir dikin. Di vê sedsalê de azadiya Kobanî mezintirîn destkefta hemû mirovahiyê ye.
Ev serkeftin li we teva pîroz be hevalno.

 

Banga berpirsên Kobanê ji ciwanên xwe re bo vegera Kobanê..


Enwer Muslim ji xelkê Kobanê û bi taybet ciwana daxwaa vegera Kobanê kir.

Piştî ku operasyonên rizgarkirin û paqijkirina kolan û taxan li nav bajarê Kobanê bi serkeftî pêktên, bajarê Kobanê ji%% ji çekdarên terorîst yên DAIŞê hat paqijkirin û duhî jî gundê Termik Bêjan jî hat paqijkirin, li gorî dauyaniya serokê Kobanê Enwer Muslim ku wê qonaxa duyemîn ya operasyona YPG-YPJ`ê rizgarkirin û paqijkirina gundên Kobanê be.

Serokê Kantona Kobanê Enwer Muslim di rûpela xwe ya veghîştina civakî û Tiweterê de bang li tevayî ciwan û xelkê kantona Kobanê yên li derveyî kantonê dike ku rizgarkirin û paqijkirina Kobanê bi awayekî giştî pir nêzîk maye ûji ber wê yekê jî, pêwîste her xwemxwerê doza xwe, bi zuhtirîn dem vegerin bo nav rêzên Asayîş û YPG`ê tako erkên xweparastinê di kantonê de bi cîbînin.

Muslim dibêje ku operasyona rizgarkirin û paqijkirina kantona Kobanê nêzîk bûye û pêwîste hemû ciwanên Kobanê agahdar bin ku serkeftin li Kobanê pêkhatiye û buye rastiyek û niha jî ew serkeftin, wê di qonaxa duyemîn de jî, derbasî nava gund û bajarokaên kantona Kobanê dibe, ji bo wê jî, dibe ku her kes banga vegera Kobanê û beşdarbûna di nava rêzên asayîş û YPG`ê de bicî bînin.

Serokwezîrê kantona Kobanê di axiftina xwe de, wiha dide xuyakirin; Ji ber ku hêzên YPG-YPJ`ê wê dest bi rizgarkirin û paqijkirina gundên ku ji aliyê rêxistina terorîstî DAIŞê ve hatine dagîrkirin û ev jî wek erkekî hemû ciwan û xelokên kantona Kobanê ye ku bi zûhtirîn dem vegerin Kobanê û dest bi cîbicîkirina banga hikûmeta kantona Kobanê bikin û erka xweparastinê li kantonê bikin.

Berpirsekî bilind yê PYD`ê; Banga vegera keç û lawên Kobanê kir

Berpirsekî bilind yê PYD`ê; Banga vegera keç û lawên Kobanê kir tako cihê xwe di berxwedan û paqijkirina gundên xwe de bigrin.

Piştî rizgarkirin û paqijkirina bajarê Kobanê ji çekdarên çete û terorîstên DAIŞê, her weha xwe amadekirina hêzên YPG-YPJ ji bo paqijkirina gund û bajarokên kantona Kobanê, Pêwîstî bi law û keçên gund û bajarokên Kobanê heye tako beşeke wan jî di wê berxwedanî de hebin û bibin xwediyê çîroka pîroz ya Kobanê ku îro wek sembola berxwedana cîhanî li dijî terorê hat bi nav kirin û ji aliyê piraniya xelkên cîhanê ve hat pejirandin.

Endamê Encûmena rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD Bekir Hec Îsa  ragihand ku êdî piştî rizgarkirin û paqijkirina bajarê Kobanê bila keç û lawên me ji derveyî Kobanê vegerin bo nav Kobanê û dest bi erêkên xwe bikin.

Îsa di rûpela xwe ya veghîştina civakî de, baneg ji keç û lawên Kobanê re weşand û tê de dibêje destpêşxeriyê ji bo tevlêbûna berxwedana dîrokî bikin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket