Pêşmerge li rojhilatî Mûsil êrişên DAIŞ têkşikandin

kurdistani 02:05 PM - 2015-01-30
Hêzên Pêşmerge êrişên DAIŞ ên ji aliyan ve hatin têkşikandin

Hêzên Pêşmerge êrişên DAIŞ ên ji aliyan ve hatin têkşikandin

Jêderekê ji parêzgeha Nînewa îro înê 30 / 1 / 2015`e da xuya kirin ku terorîstên DAIŞ li gunê Hesen Şamî ya li ser çemê Xazirê ye li rojhilatî Mûsilê, ji sê aliyan ve êriş kirin bi ser hêzên pêşmerge.

Jêderê ji PUKmedia yê ragihand; Rêxistina terorê DAIŞ îro înê ji berbangê ve li nêzî gundê Hesen Şamî êriş kir ser bi hêzên pêşmerge, û wiha pê de çû; Hêzên pêşmerge bersiv dan êrişê, terorîst bi çekên giran û navîn topbaran kirin, di encamê de gelek terorîst hatine kuştin û birîndar ketin.

Jêderê da xuya kirin ku di encama êrişa terorîstan de ti pêşmerge şehîd an birîndar nebûn.

Hêjayî gotinê ku hêzên pêşmerge îri di heman demê de beris dan êrişeke terorîstên DAIŞ bi ser devera Giwêr de û di encam de hejmarek terorîst kuştin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket