Hêzên dij teror û pêşmerge li başûrê Kerkûkê pêşve diçin

kurdistani 11:23 AM - 2015-01-30
Hêzên dij teror û pêşmerge li başûrê Kerkûkê pêşve diçin

Hêzên dij teror û pêşmerge li başûrê Kerkûkê pêşve diçin

Piştî hêzeke mezin ji Pêşmerge û hêzên dij terorê gihîştin çeperên şer li baûrê Kerkûkê, bi dijwarî li çete û çeperên DAIŞ dan û ziyaneke mezin gihandin çeteyan.

Derbarê şer û pevûnan de berdevkê fermî yê operesyonên başûrê Kerkûkê ji PUKmedia yê re da xuya kirin ku: Îro înê 30 / 1 / 2013 hêzên pêşmerge û hêzên dij terorê piştî gihîştin çeperên şer êrişên dijwar bi ser çeteyên DAIŞ birin, gundên Meryem Beg, El-Reşand  û pirsa Til El-Werd kontirol kirin û pêşve diçin.

Her wiha hate ragihandin ku hêzên pêşmerge berya bi kêlekê devera Mekteb Xalid a dikeve başûrê Kerkûkê kontirol kirin.

Berdevê operesyonên başûrê Kerkûkê da xuya kirin ku hêzên pêşmerge di encama şer û pevûnan  de bi dehan çete kuştin û bê bandor kirin û çeteyên DAIŞ laşên kuştiyên xwe li pey xwe dihêlin û rev rev direvin.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket