Misr: 30 leşker hatine kuştin û 80 birîndar ketin
kurdistani 11:06 AM - 2015-01-30Misr: 30 leşker hatine kuştin û 80 birîndar ketin
Li Misrê li bakûrê Sînaa di encama rêze êrirşan de bi xalên leşkerî li nêzî bajarê El-Erîş 30 leşker hatine kuştin û 80 leşker birîndar ketin, her wiha hate ragihandin ku bajarê Siwêş jî efserek polîst di encama êrişekê de hate kuştin.
Jêdaran raghand ku çekdarên Îslamî bi otombêlek bombebarkirî û topên hawan êriş birin ser bi Tabora 101 a ser bi artêşa Misrê ve ye li bajarê Erîş.
Ji aliyê xwe ve rêxistina Ensar Beyt El-Meqdis baskê DAIŞ li Misrê, li ser Îmayla xwe tiwîterê êrişên li Sînaa li dijî artêşa Misrê, girte ser xwe.
Berdevkê bi navê artêşa Misrê Mihemed Semîr bi beyannameyekê ragihand ku, komên çekdar li bajarê Erîş bi otombêlên bombebarkirî û topên hawan êriş kirin ser hêzên astêşa Misrê û hêzên ewlekariyê û di encama êrişan de şer rûda.
Berdevkê artêşa Misrê rêxistina Îxwan El-Muslimîn bi êrişan tewanbar kir û da xuya kirin ku ev êriş di encama operesyonên bi bandor ên hêzên artêşa Misrê li nîvgirava Sînaa encam de ne û ji ber ku rêxistina Îxwan El-Muslimîn di hewldanên xwe de yên di roja salvegera şoreşa 25 Çile de bi ser neketin, pêk hatin.
Ji aliyek din ve hate ragihandin ku bajarê Siwês di encama teqîna bombeyek çandî de efserek polîs hate kuştin.
PUKmedia / Skynews
hewal ziyatr
-
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
04:47 PM - 2024-04-19 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18
zêdetir tamaşe bike
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
08:34 PM - 2024-04-19
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
01:35 PM - 2024-04-19
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
10:31 AM - 2024-04-19
zortrin xwendraw
-
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19 -
Yûsif Goran: Hilbijartin teke rêya derketina Herêmê ji wê rewşê ye
Kurdistan 08:34 PM - 2024-04-19 -
Qubad Talebanî: Aramiya Silêmaniyê xeta sor e
Kurdistan 10:10 PM - 2024-04-19 -
Birîna 160 milyon dînar ji mûçeyê parlementerên ku beşdarî civînan nebin
Kurdistan 01:35 PM - 2024-04-19 -
Dije Teror û Asayîşê derbarê rudawa li Silêmanî daxuyaniyek dan
Kurdistan 04:47 PM - 2024-04-19