DAIŞ bombeyên goşî bi ser welatiyên Kobanê de barandin

kurdistani 08:10 PM - 2015-01-29
DAIŞ bombeyên goşî bi ser welatiyên Kobanê de barandin

DAIŞ bombeyên goşî bi ser welatiyên Kobanê de barandin

Terorîstên DAIŞ ên li bajarê Kobanê rastî şkestineke mezin hatin, welatiyên Kobanê yên li ser sînor li nêzî gundê Til Şi`îr asê mane bi bombeyên goşî û guleyên hawan topbarankirin.

Jêderên ji here diyar kirin ku  çeteyên DAIŞ ku îro danê ber êvarê terorsîtan nêzî 50 bombeyên goşî avêtine welatiyên gundê Til Şi`îr a dikeve rojavayê bajarê Kobanê. Di encama topbarana çeteyan de welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest daye. Her wiha 9 kesên din jî birîndar bûne û birîna hinan ji wan giran e.

Hate ragihahdin ku dema welatiyan birîndar radikirin, parçeyên bombeyan diteqiyan, ev jî nîşana ku ev bombeyên goşî ne.

Bijîşkê bi navê Mihemed Arif ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku hejmara birîndaran 9 kes in û ji wan 3 kesên ku temenên wan bêtirî 60 salî ne.

Arif her wiha got ku 5 birîndar ji ber ku rewşa wan dijwar bû rakirine nexweşxaneyên Bakurê Kurdistanê û yên din jî li nexweşxaneyên gerok tên dermankirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket