Mela Bextiyar: Kobanê Serkeftina Pêşmerge, Gerîla û Yekîneyên Parastinê ye

kurdistani 07:22 PM - 2015-01-29
 Kobanê Serkeftina Pêşmerge, Partiya Karkeran û Yekîneyên Parastinê ye

Kobanê Serkeftina Pêşmerge, Partiya Karkeran û Yekîneyên Parastinê ye

Berpirsê desteya kargêr ê polîtburoya YNK`ê Mela Bextiyar îro pêncşemê 29 / 1 / 2015`e li baregeha polîtburoya YNK`ê li Silêmaniyê pêşwazî li serokê rêxistina UNAMI li Herêma Kurdistanê Sokol Conde û şanda digel de ye kir.

Di hevdîtinê de şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de, peywendiyên di navbara Herêma Kurdistan û Bexdadê û rewşa navçeyê bi giştî hate gotebêj kirin.

Di serî de ji aliyê xwe ve Sokol Gonde Mela Bextiyar bi serkeftina Kobanê pîroz kir û serxasî ji kesûkarên şehîdên pêşmerge re ên di şerê li dijî DAIŞ de şehîd bûne xwest.

Ji aliyê we ve Mela Bextiyar serkeftina Kobanê bi serkeftina hêzên hevpeymana navdewletî û hemû hêzên Pêşmerge, Gerîlayên PKK`ê û şervanên YPG`ê bi ser dujmekeî hevpar de nirxand,  ku ew jî rêxistina terorê yê faşist DAIŞ`e. Her wiha tekez li ser wê kir ku ev serkeftin dîrokî ye ku divê çareseriyeke dîrokî ligel xwe bîne.

Mela Bextiyar cexit li ser pirsa piştî serkeftina Kobanê tê pêşkêş kir, ku ew`e dê çawa NY û welatên demokrat li rojava û YE ligel rojhilata navîn danûstandinê bikin?

Mela Bextiyar da xuya kirin ku ew hêvîdare NY û rojava piştî vê şerî,  weku çawa ligel Japon û Korya Başûr piştî şerê cîhanê yê duyem danûstandin kirin, ligel rojhilata navîn bi heman şêweyê danûstandinê bikin û bi tenê di çarçoveya berjewendiyên xwe yên aborî û petrolê de li rojhilata navîn mêze nekin.

û wiha pê de çû: Ez hêvîdarim di encma vê şerî de gorakariyeke mezin di sîstema fikrandin û felsefa siyasî ya cîhanê û NY de bê çêkirin, ku karibe pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî, çandî û perwerdê li van welatan ji kokêve çareser bike.

Ji aliyê xwe ve serokê rêxistina UNAMI li Herêma Kurdistanê ji ber şîroveyên pêşkêşkirine spasî li Mela Bextiyar kir û da xuya kirin ku civaka navdewletî di wê astê de ye ku divê çareseriyên guncew peyda bike, ev çareserî ne bi tenê leşkerî bin lê pirsên sereke ji bingeh ve çareser bikine.

PUKmedia / Pukpb

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket