Ji Efrîqa 550 û ji Ewropa bêtrî 300 jin tevlî DAIŞ bûne
kurdistani 05:29 PM - 2015-01-29Ji Efrîqa 550 û ji Ewropa bêtrî 300 jin tevlî DAIŞ bûne
Raportan ragihandin ku ji welatên rojavayê Efrîqa nêzî 550 jin berê xwedane nav refên rêxistina terorê DAIŞ li Sûriyê û Êraqê.
Raportek ku ji aliyê enstûtiya Diyalokê ya stratejîk ve derbarê jinên berê xwe didin nav DAIŞ de hatî amadekirin, bal kişand ser bi wê pirsê gelo çima ev jin her tiştî li pey xwe dihêlin û berê xwe didin nav rêxistineke weku DAIŞ? .
Raport dibêje ev jin ne di zanabûne metirisiyên mezin ku xwe dixin nav de ne, her wiha dide xuya kirin ku hejmarek ji jinan ji ber zordariya bi ser wan de tê kirin û hevseriyê li radîkalên Îslamî bikin berê xwe didin nav DAIŞ û piştî ku rastiyan nas dikin nema dikarin vegerin welatên xwe.
Bi heman mijarê ve girêdayî raportên cuda diyar kirin ku nêzî 300 jinên ji Ewropa hatine, li Sûriyê beşdarî nav refên DAIŞ bûne û DAIŞ van jinan ji bo sîxûr li welatên xwe piştî dîsa vegerin kar bikin, perwerde dike, di raportekê ku ji aliyê malpêra "Gli Occhi della Guerra" ve ya ser bi rojnameya Jornali ya Îtalyan ve ye, ev xal hate eşkere kirin ku di van herdu salî dawî de nêzî 300 jin ji Ewropa tevlî DAIŞ bûne
Raporta rojnameya Îtalyan li ser zarê jêderekê ku nexwest anvê wê eşkere bike got; Rêxistina terorê DAIŞ ji ber ku ew gewr û çîlin giranî didin perwerdekirina jinên Ewropî bi teybet yên koka wan Erbe yan Balqane û li Ewropa ji dayîk bûne û jiyan kirine.
Jêder wiha pê de diçe û dibêje: Pêdiviya DAIŞ bi jinên ta astekê zana û bêtirî zimanî diaxive hey, her wiha ji aliyê leşkerî ve jî têne perwerde kirin, bi giranî li ser karê hewalgiriyê û berhevkirina zanyariyan têne perwerde kirin, raport wekî din diyar dike ku ev jin piştî weku cîhadî vedigerin Ewropa û welatên berê lê jiyan dikin, hewldidin şopên çûndina xwe bo Sûriyê winda bikin.
PUKmedia / Ajans
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25