Bîlançoya şerê 4 mehan a berxwedana Kobanê

kurdistani 03:17 PM - 2015-01-29
Bîlançoya şerê 4 mehan a berxwdeana Kobanê

Bîlançoya şerê 4 mehan a berxwdeana Kobanê

Bi daxuyaniyeke hevpar ji aliyê hêzên YPG`ê, Pêşmerge û Burkan El-Firat, bi daxuyaniyek hevpar bîlançoya şer û pevçûnên 4 mehan ên Kobanê hatine ragihandin.

Daxuyaniya hevpar îro bi amadebûna nûnerên YPG, Pêşmerge û Burkan El-Firat di demijmêr 12.00`an de hate dayîn. Di daxuyaniyê de Fermandarê YPG’ê yê Herêma Kobanê Mehmûd Berxwedan, Berdevkê Fermî yê hêzên Pêşmergeyan ên li Kobanê Kawa Mîray, Fermandarê Tabûra Suwar El-Reqa Ebû Îsa, fermandarên tabûrên Şems El-Şemal ên girêdayî Tugaya Fecir El-Huriye û  Eniya El-Ekran ên dibin sîwaneya Burkan El-Firat de amade bûn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê gelek endamên çapemeniya herêmî û navnetewî  ve hate şopandin de, Mehmûd Berxwedan axivî û spasiya hemû hêzên ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê piştgirî dane kir. Berxwedan destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê hatiye nîşandan berxwedaneke mirovî û cîhanî ye, her wiha parastina mirovahî û civaka azad kiriye. Berxwedan destnîşan kir ku para hemû kesên ku tevlî berxwedanê bûne di serkeftina Kobanê de heye. Berxwedan got ku heta herêmên Kantona Kobanê bi giştî têne paqijkirin ew ê operasyonên xwe bidomînin.

Mehmûd Berxwedan anî ziman ku armanca wan a vê civînê eşkerekirina bîlançoya şerê 4 mehan e. Berxwedan got ku ev serkeftin bi saya cangoriyên azadiyê yên ku di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dane hatiye bidestxistin û diyar kir ku ew bejna xwe li ber hemû cangoriyan ditewînin û riya wan bidomînin.

Piştre berdevê hêzên Pêşmerge li Kobanê Kawa Mîray axivî û anî ziman ku piştî hikûmeta Herêma  Kurdistanê biryara tevlîbûna Pêşmergeyan a Kobanê da, ew jî tevlî berxwedana Kobanê bûne û bi saya yekîtiya li vir hatiye nîşandan Kobanê hatiye paqijkirin.  Mîray got ku ew vê serkeftinê bi navê pêşmergeyan diyarî hikûmeta Başûrê Kurdistanê, gelê Kurd û Kobanê dikin.

Li ser navê Burkan El-Firat jî Fermandarê Tabûra Suwar El-Reqa Ebû Îsa axivî û serkeftin li hemû gelên herêmê pîroz kir û got ku ev serkeftin bi saya yekîtiya kurd û ereban û yekîtiya gelan pêk hatiye. Ebû Îsa anî ziman ku rizgarkirina Kobanê destpêka rizgarkirina hemû herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê ye û got; “Em soz didin xuda û hemû kesan ku  emê parastin û  piştgiriya mezluman bikin. Em bang li welatiyan dikin ku guh nedin DAIŞ’ê, ji ber ku ew hov e û tenê ji bo kuştinê hatiye avakirin. Serkeftin nêzîk e. Em soz didin gelê Kurdistan û Suriyê ku em ê wan biparêzin.”

Piştre Berdevkê Fermî yê YPG`ê Şoreş Hesen bîlançoya 4 mehan eşkere kir. Li gorî vê yekê bilanço wiha ye:

Hejmara Çalakiyan: 220
Hejmara çalakiyên encamên wan nediyar: 98
Êrîşên bi tirimpêlên bombebarkirî: 37
Êrîşên xwekujiyê: 19
Hejmara kuştiyên DAIŞ’ê: 3710
Cenazeyên DAIŞ’ê yên ketine destê YPG’ê: 316
Tirimpêlên hatine rûxandin
Tirimpêlên ku YPG’ê rûxandine: 87
Tangên hatine rûxandin: 16
Doçkayên hatine rûxandin: 8
Tirimpêlên Hammer ên hatine rûxandin: 5
Panzerên hatine rûxandin: 2
Çekên hatine desteserkirin
A -Çekên giran 
Topavêjên 57: 1
Doçkaya 23: 1
Doçkaya 14.5: 2
Doçkaya 12.5: 2
Hawanên cur bi cur: 9
Aspicina: 1
Katyuşa: 2
Wesayîta Hammer:  1
Panzer: 1
Tirimpêlên leşkerî: 3
b- Çekên sivik
Kelaşnîkof: 496 û bi deh hezaran guleyên wan
Jarjorên Kelaşnîkofan: 587
BKC: 69 û bi deh hezaran guleyên
RPG: 76
M16: 6
Çeka suîkastê: 6
AKC: 2
Çeka Burunu: 14
Hawan: 10
Rext: 161
Durbîna rojê: 32
Durbîna şevê: 13
Demance: 18
Bêtêl: 40
Bombeyên destan: 602
Bombeyên bi destan hatine çêkirin:  101
Rextê teqemeniyê: 18
Maskeyên gazê: 6
Mertal: 11
Funyeyên ceryanê: 115
Amûrên din
Wênekêş: 2
Telefona destan: 3
Laptop: 1
Madeyên xwarinê: 3 ton
ŞEHÎD
Şehîdên YPG’ê: 408
Şehîdên Siwar El-Reqa: 13
Şehîdên Pêşmergeyan: 1
Şehîdên çepgirên Tirk: 2
Şehîdên Şems El-Şemal: 2

PUKmedia / ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket