Termê 6 terorîstan ketine destê pêşmerge

kurdistani 01:57 PM - 2015-01-29
Termê 6 terorîstan kete destê pêşmerge

Termê 6 terorîstan kete destê pêşmerge

Kargêrê melbenda YNK li Musilê radighîne ku îro 29/1/2015 ber destî sibehê terorîstan li Askê ji çend qolan ve êrişî hêzên pêşmerge kirine û piştî çend demjimêrek ji şer û pevçûnan êrişa terorîstan hatiye şikandin û termê 6 terorîstan jî ketiye destê hêzên pêşmerge.

Xiyas Surçî ji PUKmedia`yê re ragihand: Îro di demjimêr 4:00 sibehê, terorîstên DAIŞ li navçeya Askê ya ser bi bajaroka Zumarê ya ser bi Musilê  ji çend qolan ve êrişî hêzên pêşmerge kirine lê rastî bersiva tund a pêşmerge hatine û çendîn terorîst hatine kuştinê.

Surçî got: piştî şikandina terorîstan, hêzên pêşmerge karîn 6 termê terorîstan tevî çendîn çek û teqemenî desteser bikin.

Ew jî diyar kir ku: Di wî şerî de tenê sê pêşmerge bi sivikî birîndar bûne û çareseriya wan hatiye kirin û niha tendirustiya birîndaran başe.

PUKmedia/Diyar Star

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket