Piştî şikestina wan li Kobanê DAIŞ direvin Tirkiyê

kurdistani 01:23 PM - 2015-01-29
Piştî şikestina li Kobanê terorîstên DAIŞ direvin Tirkiyê

Piştî şikestina li Kobanê terorîstên DAIŞ direvin Tirkiyê

 Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê û şikestina terorîstên DAIŞ`ê li wî bajarî 60 terorîstên DAIŞ hewla revê berve axa Tirkiyê didin lê piştî girtina wan ji aliyê grupa terorîstî a DAIŞ ve hatine gulebaran kirin.

Ajansa anadolê a Tirkî lizarê jêderekê li nava grupa terorîstî a DAIŞ`ê di wê derbarê de belav kiriye ku; Piştî şikestina wan li bajarê Kobanê roj bi roj terorîstên DAIŞ ji nava rêzên DAIŞ ji bajarê Reqa hewla revê bo nava axa Tirkiyê didin .

Ajansê aşkira kiriye ku zêdetir li 20 terorîstên DAIŞ li bajarê Reqa plana revê bo nava axa Tirkiyê danîbûne ku bi hinceta kirîna pêdiviyên xwe serdana bazara bajêr kiribûn û xwestibûn di rêya navçeya Minbicê  biçin nava axa Tirkiyê lê belê ji aliyê terorîstên DAIŞ ve hatine destgîr kirinê.

Libarê çarenivîsa terorîstan jî ajansa Anadolê amaje bi wê yekê jî kiriye ku piştî girtina wan terorîstên ku hewla revê dane  bi biryara dadwerê şerîî yê DAIŞ û bi tawana xiyanetê her 60 terorîst hatine gulebaran kirinê.

Li beramberî wê jî de jêderekê pizîşkî li bajarê Reqayê jî ji ajansa Anadolê re gotiye ku terorîstên DAIŞ hejmarekl zor ji laşên terorîstên xwe li navçeya Elhote  avêtine nava çaleke mezin û piştre jî ew binax kirine.

PUKmedia/W: Saman Yareweys

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket