Perwîn Babekir: Îlankirina dewleteke Kurdî bi vîna siyasî tenê nabe

kurdistani 12:08 PM - 2015-01-29
Perwîn Babekir: Îlankirina dewleteke Kurdî bi vîna siyasî tenê nabe

Perwîn Babekir: Îlankirina dewleteke Kurdî bi vîna siyasî tenê nabe

Endama serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Perwîn Babekir libarê pisa serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleta kurdî ragihand ku, dewleta Kurdî  her tim di nav bernameya hemû partiyan de cih girtiye.

Di çavpêkeftinekê li gel ajansa Anadolê li ser pirsa serxwebûnê û avakirina dewwleta Kurdî, Perwîn Babekir got : "Birêz Celal Talabanî her tim behsa serxwebûnê kir. Lê îlankirina dewleteke Kurd bi vîna siyasî tenê nabe. Parastina sînorê dewleta ku wê bê avakirin, aborî û erdnigariya wê jî pir girîng e."

Babekir got: "Ji bo îlankirina dewleta kurd, hewcedarî bi pêvajoya minasib heye. Em bibêjin ku we dewlet ava kir û hûn nikaribin sînorê wê bibarêzin, hewcedariyê xelkê çareser bikin û nikaribin mehaniyan bidin, ev bi kêrî tu tiştekî nayê. "

Li dawiya axaftina xwe de endama serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) got: "Dema ku ji bo dewletbûnê pêvajoyeke minasib pêk bê, em ê wek YNKê beriya hemû partiyên siyasî dest biavêjin vê meseleyê û bibin pêşeng."

Li herêma Kurdistanê ev demeke dirêj e ku ji bo Kurdistan ji Êraqê veqete nîqaş tên kirin.

PUKmedia/AA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket