Mezintirîn gora bikom a DAIŞ hate dîtin

kurdistani 09:09 AM - 2015-01-29
Mezintirîn gora bikom a DAIŞ hate dîtin

Mezintirîn gora bikom a DAIŞ hate dîtin

Li sînorê qeza Miqdadiye a ser bi parêzgeha Diyale mezintirîn gora bikom a terorîstên DAIŞ`ê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye dîtin ku 150 terorîst têde bûne.

Fermandarekî hêzên polîsê diyale ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Ji aliyê akinciyên gundê Seyd Ebasî a li bakûrê qeza Miqdaddiyê zabyarî dane hêzên ewlekariyê ku gorekî bikom a terorîstên DAIŞ li nêzîkî gund dîtine.

Wî fermandarî got: Hêzên ewlekariyê çûne cihê gorê û piştî kolandinê 150 laşên terorîstan hatine derxistin ku hemû avêtibûn ser hev di nava çalekê de.

Wî fermandarî da zanîn ku terorîstên DAIŞ zêdetir laşên terorîstên biyanî û Efxanî û welatê erebî têde kom kirine.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket