Demirtaş; Dibe ku Erdogan berya hilbijartinan DAIŞ bi kar bîne
kurdistani 08:20 PM - 2015-01-28Demirtaş; Dibe ku Erdogan beriya hilbijartinan DAIŞ bi kar bîne
Hevserokê Partiya Demokrasiya Gelan HPD`ê Selahdîn Demirtaş partiya Dad û Geşepêdanê AKP`ê ya desthilatdar li Tirkiyê tewanbar kir ku piştgiriyeke mezin dide rêxistina DAIŞ.
Demirtaş bi da xuyaniyekê ku rojnameyên Tirkiyê de ciih girt, diyar kir ku dibe AKP`ê berya hilbijartinên Parlmantoya Tirkiyê DAIŞ bi kar bîne û di dema berya hilbijartinan de hejamrek êriş û çalakiyên tund rû bidin.
Demirtaş derbarê metirsiyên rêxistina terorê DAIŞ de xembariyên xwe anîn ziman û got: Hikûmeya AKP`ê û di bin navê ku xwedî rolekin di jinûve sazkirina Sûriyê de , piştevaniyeke mezin dide DAIŞ û Eniya El-Nusre li dijî Kurd û rêjîma Beşar Esed, bi hesanî dê dev ji vê helwesta xwe jî bernede û da xuya kirin ku cîhan hemû vê yekê dizanê.
Demirtaş bal kişand ser bi wê yekê ku ev demeke Erdogan û Dawudoglu di axaftinên xwe de, ji behsa DAIŞ xwe dûr dixînin, di demekê de ku cîhan hemû li ser DAIŞ diaxive û kiryarên DAIŞ şermezar dikin, Dawudoglu ji aliyê xwe ve û jê dêla gotara li dijî DAIŞ pêşve bibe, di bin navê ku birêziyê li hember pêxember dikin êriş dike ser bi hêzên navxwe li Tirkiyê.
Û got: Ew nikarin dev ji peywendiyên ligel DAIŞ berdin, lê ew di wê metirsiyê de ne ku ev peywendî eşkere bibin.
Dibe ku DAIŞ ji bin kontirola AKP`ê jî derkeve
Demirtaş her wiha da xuya kirin, dibe ku DAIŞ bibe sedema gelek kerastan ku di encamê de AKP`ê jî bide ber xwe û got: Gelek tê gotin ku şanên DAIŞ ên razayî li Tirkiyê hene, ev gotegot ne ji xwe têne kirin, nayê zanîn dê ew şan çawa û kengê tevbigerin û li dijî kê. Ji ber ku AKP`ê dixwaze DAIŞ bi karbine, bi nêzbûna hilbijartinan dibetiye êrişan, çalakiyên kuştina kesayetiyan û cureyên cuda ji tendetujiyê, zêde dibine.
Ev rêxistin bixwe ji bo xizmetî AKP`ê bike nehatî avakirin û ti niyeke wê ya bi tenê xizmetî AKP`ê bike jî nîne, ev rêxistneke pir regeze û pir role, ew ji bo berjewendiyên hejmarek ji hebûn û dewletan kar dike.
Demirtaş wiha pê de çû: AKP`ê wê nikaribe bi tememî vê rêxistinê kontirol bike, dibe li Tirkiyê li dijî AKP`ê jî dest bi tevgerekê bike , weku her kes dizanê ku li Firansa jî çi ev yek, raste rast be yan na, piştgî li cîhadiyan dihat kirin, lê cîhadiyan li navarasta Firansa êrişî Firansa kirin, ev tişt wer birêve naçin.
Amadekar: Şêwrawî Mamo
PUKmedia / ZAMAN
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24