Politburoya YNK`ê pîrozbahî li YPG kir
kurdistani 01:03 PM - 2015-01-28Politburoya YNK`ê pîrozbahî li YPG kir
Ji bo azadkirin û rizgarkirina Kobanê, Politburoya YNK`ê pîrozbahî li YPG kir.
Bi boneya azadkirina Kobanê û serkeftina şervanên Kobanê û Rojavayê Kurdistanê li ser terorîstên DAIŞê, Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi riya belevokeke Ragihandina Politburoya Yekîtita Nîştimanî ya Kurdistanê bi vê bonê da ye weşandin û ev jî deqa wê ye:
Ey Gelê Kobanê yê xweragir!
Ey şervanên Kobanê yên neyar têkbirine!
Em bi navê Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, bi navê rêhevalên tekoşîna we, endam û dilsozên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê, ji nava tekoşîn û xebata kurdeyetî ku em xwedî çarenûsazê hevbeşin, we yek bi yek pîroz dikin, her weha em şervanên Kobanê û Rojavayê Kurdistanê, mêr û jinan bi boneya serkeftrina li ser terorîstên DAIŞê ya faşîzim dubare pîroz dikin.
Ey cemawerê Azadîxwaz Kurdistan!
Ev bêhtir ji çar mehin, ew kesên tarîk bi hemû hêz û tiwaneya xwe, li dijî Kobanê pêkanîn ji kuştinên tewşankî û dorpêçkirina Kobanê, ku wek firsetekê ji xwe dîtin ji rewşa Sûriye û yê Navçe û cîhanê, bi riya dagîrkirina Kobanê û êrişkirina li dijî Yekîneyên Parastina Gel û pêşmerge û qedexekirina bi destxistina mafên çarexwenûsiyê li parçeyên din yên Kurdistanê û bi taybet wan tekez û sûrbûn li ser serkeftina xwe li Kobanê dikirin, û zemînxweşkirin ji bo serketinê li Kerkûk û Xaneqînê dikirin.
Lê berxwedan û xweragirî û fedekariya şervanên Kobanê di herdu mehên destpêkê de, xwe selmandin ku bo cara yekemîn piştî rêkeftina Saykes û Bîko û dagîrkirin û parçekirina Kurdistanê, êdî gelê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Netewî ve rabû û bi siyasî jî serhildan kir.
Ev herdu meh ji berxwedan û xweragiryê digel aliyên metirsîdar ya DAIŞê li ser aştî û aramiya navçe û cîhanê, her weha piştgiriya parlemana Kurdistan û hêzên pêşmerge ji şervanên Kobanê re û piştîvaniya şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê ji Pêşmergê Kurdistan re û damezrandina hevpeymaniya Navnetewî ji 51 welatan li dijî DAIŞê û bi beşdarîkirina çekên ezmanî ya navnetewî bi firokeyên xwe ji bo têkbirin û nehîştina terora DAIŞê, ev hemû rastiyên heyî, bûn sedema şikandina dorpêça li ser Kobanê û rê li ber serketina Kobanê li ser DAIŞê vekir û hat azadkirin.
Ey hêzên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê!
Ey Cemawerê Kurdistan yê mêrxwes!
Ev serkeftin, ne tenê serkeftineke leşkerî ye. Lê ew serkeftineke siyasî jî ye. Em bawerin ku ew berpirsyaretiya ku wê partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi riya vê serkeftinê hilgirê, wê pir giran û bi bandor be. Erkê PYD`ê ya yekemîn wê peywendiyên xwe digel hikûmeta Herêma Kurdistanê xweş bike û ji bo serxistina rêkeftnameya Duhokê, dibe zemînxweş bike û wê serkeftinê bike bi hêvana dermankirina kêşe û pirsgirêkên navxweyî digel tevayî aliyên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê.
Her weha ew bihêzkirina peywendiyên xwe digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çarerserkirina kêşe û pirsgirêkên digel aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, wê wateya siyasî ji bo berxwedana Rojavayê Kurdistan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û canbilindiya kurdeyetiya hemdemî û bihêzkirina proseya demokrasiyê, watedar ûrasteqîne be.
Bi vê pêngavê, wê gerantiya piştgiriya navnetewî û Herêmî ji ezmûna Xweseriya Demokratîk a li Rojavayê Kurdistanê ya siyasî nûjen bê pêkanîn. Gelê me yê Kurd, wek serkeftina leşkerî, li benda serkeftina siyasî jî ye.
Bi vê boneyê, em bi navê politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, ji Neteweyên Yekbûyî û tevahiya welatên cîhanê dikin ku dest bi hevkarî û alîkariya Kobanê bikin, ji ber ku ew serkeftina li Kobanê ji ber hemû azadîxwazên cîhanê bû, û alîkariya avakirin û lêkirina bajêr û derdora wê bikin û wek bajarê azadîxwazan biikin nimûne. Tako bibe mijarek ji bo tevayî gelên cîhanê, tekoînê li dijî DAIŞê weke Kobanê bikin.
Tako têbighin ku ew tekoşîn û fedekarî û qorbanî li wir ne tenê serkeftina leşkarî ye, lê ew azadî,avakirin û lêkirin û qerbuya ziyanê jî bi xwe re anî holê.
Ev serkeftin li Kobanê û piştîvanên wê pîroz be..
Bila Alaya azadî û demokrasiya Kurd û Kurdistanê heya heya bê libakirin
Silav û rêz..Ji canpakiya şehîdên Kobanê û Pêşmerge yên rewanpak re
Ragihandina Politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê
Wergeran ji Erebî; Hozan Efrînî
PUKmedia
hewal ziyatr
-
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
09:38 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
08:03 PM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
01:04 PM - 2024-04-18 -
Civata Serkirdatiya YNKê dê sibê bicive
11:09 PM - 2024-04-17
zêdetir tamaşe bike
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
07:03 PM - 2024-04-18
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
10:07 AM - 2024-04-18
Serok Bafil û Seyîd Emmar Hekîm: Ji bo îstiqrarê diyaloga avaker
10:19 PM - 2024-04-17
Gelek serkirdeyên me hene ,lê dewletmedar kêm in
05:40 PM - 2024-04-17
zortrin xwendraw
-
Encumena Serkirdayetî amadekariyên bo hilbijartinan gotûbêj dike
Kurdistan 10:07 AM - 2024-04-18 -
Komisyonê roja destpêkirina kampîên hilbijartinan ragihand
Kurdistan 01:04 PM - 2024-04-18 -
Encumena Serkirdayetiyê: Hilbijartinên dadperwer di dema xwe de pêkhateya Herêmê bihêz dike
Kurdistan 07:03 PM - 2024-04-18 -
Yekîtî ji bo hilbijartinan amade ye
Kurdistan 08:03 PM - 2024-04-18 -
Konsulê Rûsyayê: Yekîtî di pêşxistina aştî û diyalogê de xwedî roleke girîng e
Kurdistan 09:38 PM - 2024-04-18 -
Dahata Silêmaniyê di heftiyekê de zêdey 7 milyar dînar e
Aborî 10:31 AM - 2024-04-19