Qetilkirina 43 xwendekarên li Meksîkayê zelal bû!

kurdistani 10:18 AM - 2015-01-28
 Qetilkirina 43 xwendekarên li Meksîkayê zelal bû!

Qetilkirina 43 xwendekarên li Meksîkayê zelal bû!

Li Meksîkayê, qetilkirina 43 xwendekarên di meha Îlonê de ji aliyê polîsan ve hatin revandin, zelal bû. Wezareta Edaletê da xuyakirin, ku endamên çeteya Guerreros Unidos ên xwendekarên ji aliyê polîsan ve hatin revandin teslîm girtin, komkujî piştrast kirine.

Li bajarê Iguala yê eyaleta Guerrero ya Meksîkayê, 43 xwendekarên namzetên mamosteiyê di meha Îlonê de ji aliyê polîsan ve hatin revandin û ji hingî ve agahî ji wan nayê girtin. Hin endamên çeteyê yên di meha Cotmehê de hatin binçavkirin li xwe mukur hatibûn ku wan hin ji xwendekar qetil kirine û di encama lêgerînên hatin kirin de bi dehan cesedên hatin şewitandin, hatibûn dîtin.

Vê bûyera têkiliya polîs, siyaset û mafyayê raxist pêş çavan, li nava raya giştî ya navneteweyî jî rê li ber nerazîbûneke mezin vekiribû.

Wezîrê Edaletê Jesus Murillo Karam der barê mijarê de daxuyaniyek da û anî ziman ku qetilkirina xwendekarên ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û radestî endamên çeteya Guerreros Unidos hatine kirin, zelal bûye. Karam anî ziman ku ew vê agahiyê li gorî encamên lêpirsîna bi mehan dewam dike û delîlên li ber dest, radigihîne. Karam diyar kir ku xwendekar piştî hatin qetilkirin hatin şewitandin û ew avêtine çemê San Juan.

Malbatên xwendekaran jî di wê baweriyê de ne ku hikûmet, agahiyên li ser komkujiyê ji raya giştî vedişêre. Malbat û bi hezaran Meksîkayiyên roja Duşemê li paytext Meksîko li hev kom bûn, dan xuyakirin ku hikûmet ji bo dosya komkujiyê bi lezgînî bigire, di nava hewldanan de ye.

Hin parçeyên cesedên li gorî gotinên endamên çete hatin dîtin, ji bo lêkolînkirinê ji bajarê Awûstûrya Innsbruckê re hatin şandin. Di lêkolînan de heta niha nasnameya xwendekarekî hat tespîtkirin, malbatên 42 xwendekaran jî li hêviya dîtina zarokên xwe ne.

PUKmedia-ANF

 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket