"Keça Kafiroş" li Holandayê hate nimayîş kirin

kurdistani 05:07 PM - 2015-01-26
Keça kafiroş li Holandayê hate nimayîş kirin

Keça kafiroş li Holandayê hate nimayîş kirin

Roja 25/1/2015 li hola yaneya Kurdeî “Mîdya” li Emistirdamê di yekem çalakiya destpêka salê werza yaneya Kurdî “Mîdya” de bi hevkariya navenda derve ya rêxistinên demokratîk a YNK û bi amedebûna hejmarek zor ji kurdên akinciyên Emistirdamê  û bajar û bajarokên din ên Holandayê  filîma sînema bi navê (Keça Kafiroş) ji derhênana Tenya Kerîm hate nimayîş kirin.

Hêjayî gotinê ye ku ew filîme li Kurdistanê li bajarên (Silêmanî, Hewlêr, Kelar, Ranya, Derbendîxan û Kifrî)yê jî hate nimayîş kirinê. Her weha li Ewrupa jî cara yekem li Almanya  hate nimayîş kirin û li Holanda jî organên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û grupa jinên Kurd li bajarê Denhagê di sê nimayîşên cuda li yaneya Kurdî mîdya di rojên 25/1/2015 di demjimêr 18.00 li bajarê Emistirdamê hatiye nimayîş kirinê.

PUKmedia /Taybet

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket