Bazê Germiyan..Mame Rîşe

kurdistani 04:06 PM - 2015-01-24
Bazê Germiyan..Mame Rîşe hate bi bîranîn

Bazê Germiyan..Mame Rîşe hate bi bîranîn

Îro şemiyê 24 / 1 / 2015`e li ber monumenta şehîdên Enfal li qeza Çemçemaê cemawerên Kurdistanê roja şehîdbûna Bazê Germiyan şehîd (Mame Rîşe) û rêhevalên wê bi bîrxistin.

Maresîma bi bîrxistina şehîd Mame Rîşe bi amadebûne hajmarek ji endamên mekteba siyasî û encumena serkirdeyetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, parêzgarê Silêmaniyê Dr.Aso Ferîdon û hejmarek ji berpirsên hikûmetê û partiyan û girseyek mezin ji welatiyan birêve çû.

Marsîmê bi xulekek rêz girtin li cangoriyên Kurdistanê dest pê kir, pişt re qeymeqamê qeza Çemçemaê Amanc Mihemed gotarek pêşkêş kir û bi xêrhatin li amadevanan kir û di gotara xwe de bal kişand ser bi qehremaniya şehîd Mame Rîşe û rêhevalên wî. Her wiha da xuya kirin ku wî ji bo malêbatên şehîdên di şerê li dijî DAIŞ de tevlî karwana şehîdan bûne, daxwaz ji wezareta şehîdan û enfalkiriyan kir yekîneyên niştecihbûnê bû wan bêne dabeşkirin û derbarê vê yekê ligel aliyên peywendîdar ketî nav tevger û hevrêziyê.

Pişt re belge filmek li ser jiyana Şehîd Mame Rîşe û rêhevalên wî hate pêşkêş kirin, her wiha xelatên rêz lê girtinê ji wezareta şehîdan û enfalkiriyan û qeymeqamê Çemçemal ve hatine pêşkêş kirin.

Şehîd Necmedî Şukir Reuf a bi (Mame Rîşe) tê nas kirin, di sala 1955 li gundê Taleban a ser bi devera Germiyan ve ye ji dayîk bûye, ji rojên dest pêk ji ciwantiya xwe de xwedî hasten nîştimanî bû, di sala 1970 peywendî ligel şoreşa Filistînê kir û bû bi fadayî.

Dema rêjîma Baas li dijî gelê Kurdistanê dest bi siyasteyên Erebkirinê kir û stem li gelê Kurd kir koçber û zordarî lê kir, di sala 1978 de tevlî refên hêzên Pêşmerge bû, Şehîd Mame Rîşe di çalakiyên leşkerî yên li dijî pêxwazên rêjîma Baas xwedî roleke girîng û mezin bû, di sala 1979`an li devera Bazyan kerta çaremîn di nav refên pêşmerge de xebatên xwe berdewam kir, pişt re bû bi fermandarê Hêza Cebarî a 4, Şehîd Mame Rîşe bi çalakî û wêrekiya xwe, tirs û saw di dilê pêxwazên Baasiyan de çand û bi Bazê Germiyan hate naskirin.

Bavê Şehîd Mame Rîşe ( Şukir) û birayê wî (Ehmed ) sala 1981 li ser destê rêjîma Baas şehîd bûn, Mame Rîşe gelek destanên qehremaniyê bi çalakiyên xwe nivîsî, bi tev hejmarek kêm ji rêhevalên xwe serkeftinên mezin li dijî artêşa Baas tomer kir.

Şehîd Mame Rîşe roja 24 / 1 / 1985 bi tev rêhevalên xwe ji pêşmergeyên qehreman di encama plnaneke namerdane ji aliyê rêjîma Baas û alîkarên wî ve şehîd hate xistin û tevlî karwana cangoriyên Kurd û Kurdistanê bû.

Amadekar: Şêwrawî Mamo

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket