Fermandara YPJ'ê a operasyona azadkirina Miştenûrê birêve bir diaxive..

kurdistani 11:48 AM - 2015-01-22
Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Biharîn Kendal

Fermandara YPJ'ê ya Kobanê Biharîn Kendal

Fermandara YPJ'ê ya li Kobanê Biharîn Kendal a operasyona azadkirina Girê Miştenûrê bi rê ve bir bibîr xist, ku li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê wan li Girê Miştenûrê bi bawerî û vînek xurt li ber xwe dane û got, "Vê berxwedana me, lehengiyên ew  çend mezin derxist holê ku di dîrokê de cih girtin. Her nuqteyeke Girê Miştenûrê ji destana lehengiyê ya şervanên YPG/YPJ'ê re şahidî kir. Bi çekên xwe yên sivik û ferdî re me Girê Miştenûrê bi rojan li hemberî tank û topên DAIŞ'ê parastin."

Di çavpêkeftinekê li gel ajansa Firatnewsê de Fermandara YPJ'ê ya li Kobanê Biharîn Kendal da xuyakirin ku mezinahiya Girê Miştenûrê bi qasî navenda bajarê Kobanê ye û diyar kir, ku qadeke ewçend berfireh wan bi hejmareke kêm a şervan û çekan bi rojan parastin. Kendal got, "Ev ruhê fedaî di kesayetiya şehîd Arîn Mîrxan de şênber bû. Şehîd Arîn Mîrxan, dema Girê Miştenûrê ket destê dijmin, xwe di nava hêza dijmin de teqand û bû wate û sembola hemû lehengiyên li Miştenûrê hatin nîşandan."

Kendal ragihand ku piştî çeteyên DAŞ'ê Girê Miştenûrê bi dest xistin ketin nava bajêr, lê berxwedana wan a bi ruhê fedaî piştî ketina nava bajêr a çeteyan jî bê navber dewam kir û destnîşan kir, ku ji bo azadkirina Girê Miştenûrê ti carî armanc û baweriya wan kêm nebûye.

Kendal got, "Me her tim destnîşan kirin ku em ê bajêr ji çeteyan re bikin dojeh û em ê ti carî baweriya xwe ya ji bo rizgarkirina Miştenûrê winda nekin. Li her mal, kolan, li ser her kevirê Kobanê me xwîn rijand, berdêl û şehîd dan. Me gelek zehmetî kişandin, kontrola çeteyan a li ser Miştenûrê zehmetî da me, lê belê me dizanîbûn ku em ê azad bikin û hemû planên me jî di vê çarçoveyê de bûn."

Kendal diyar kir ku bi azadkirina Miştenûrê re wan qonaxa destpêkê ya Pêngava Rizgariya Kobanê bi serketineke mezin temam kirine û anî ziman ku ya ji niha û pê ve jî qonaxa duyemîn a paqijkirina tevahiya bajêr ji çeteyan û ragihandina serketina dawî ye.

Fermandara YPJ'ê Biharîn Kendal ragihand ku ji bo operasyona Girê Miştenûrê, wan piştî azadkirina Mekteba Reş dest bi amadekariyan kirin û coş û heyecana berî û piştî operasyonê bi van gotinan anî ziman: "Coşeke ewçend mezin hebû ku tuyê bêjî qey em ê temamiya Kobanê azad bikin. Kêfxweşî û serbilindahiya bicihanîna sozên me dabûn hevalên xwe yên şehîd, dihat jiyîn.

Beriya bi rojan, şervanên me alên YPJ'ê û wêneyên Rêber Apo yên li Miştenûrê bên daliqandin, xistibûn çenteyên xwe. Êdî ti guman nemabû ku em ê Miştenûrê bi dest bixin. Bi birryardariya bicihanîna sozên xwe li Şehîd Arîn, Dîcle, Ozgur û gelek şehîdên me yên din, weke şervanên YPJ'ê me xwe amade kirin. Di encama pevçûneke dijwar de em gihaştin ser gir, me Girê Miştenûrê azad kirin, alên xwe çikandin û posterên Rêber Apo daliqandin."

Kendal da zanîn ku weke YPJ wan pêşengiya xwe ya di tevahiya berxwedanê de nîşan dan di operasyona azadkirina Girê Miştenûrê de jî dewam kirin û got, "Ji ber çalakiya fedaî ya Arîn Mîrxan û rêhevalên din, ji ber lehengiya rêhevalên me yên jin, Girê Miştenûrê ji bo şervanên YPJ'ê xwedî wateyeke cuda ye. Berxwedana Girê Miştenûrê û şervanên YPJ'ê bûn yek. Berxwedana Miştenûrê di heman demê de dikare weke berxwedaneke jinê were bîranîn. Li ser vê bingehê me berê xwe dan armanca xwe, di operasyona Miştenûrê de cihê xwe girtin, bi pêşengî û fedaîtiya xwe re weke YPJ me di azadkirina Miştenûrê de roleke diyarker lîstin."

Kendal girîngiya manewî û stratejîk a Girê Miştenûrê nirxand û anî ziman ku Miştenûr ji bo wan cihekî pîroz e. Kendal got, "Gelê me her sal li ser wê Agirê Newrozê pê dixe û Newrozê pîroz dike. Li gel vê wateyê, cihekî ku şehîd Arîn Mîrxan lê berxwedana Kobanê nîşanî tevahiya cîhanê daye ye. Cihê veguheriye sembola berxwedana jinê. Gelek hevalên me, bi daxwaza azadkirina Girê Miştenûrê şehîd ketin. Ji ber van hemû faktoran, Girê Miştenûrê ji bo me xwedî wateyeke mezin a manewî ye. Şehîd Arîn weke nerazîbûnek li ketina destê çeteyan a Miştenûrê, çalakiya fedaî pêk anî. Bi vî rengî me daxwaza Şehîd Arîn bicih anîn."

Fermandar YPJ'ê da xuyakirin ku ji aliyê leşkerî ve Girê Miştenûrê nuqteya herî stratejîk a bajêr e û anî ziman ku bi azadkirina Girê Miştenûrê re wan temamiya navenda bajêr, gelek rêyên girîng ên li derveyî bajêr û gelek gundên bi taybetî li rojhilat, xistine bin kontrolê.
Kendal der barê avantajên Girê Miştenûrê di hevseriya şer de bide wan de wiha axivî: Li başûr rêya Helebê, li rojhilat rêya ji Helincê, xeta sînor heta Til Ebyadê ket bin kontrola me. DAIŞ wê êdî nikaribe li van rêyan bi hêsanî tevbigere. "

Biharîn Kendal diyar kir ku bi serketina Miştenûrê re moral û motîvasyona şervanên wan derketiye asta herî bilind û destnîşan kir, ku şervanên wan bê sebirin ji bo azadkirina Kobanê û lêdana derba dawî li çeteyan.

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket