Pêşmergeyên gora bikomî ya Sediyê dispêrin axê

kurdistani 12:21 PM - 2015-01-18
Pêşmergeyên gora bikomî ya Sediyê dispêrin axê

Pêşmergeyên gora bikomî ya Sediyê dispêrin axê

Îro yekşeme 18/1/2015 rufatên sê ji wan pêşmergeyên şehîd ku di gora bikomî a bajaroka Sediyê de hatine dîtin têv veşartin.

Yek li endamên rêxistina merasîma pêşwazîkirina li rufatan û veşartina wan Îbrahîm Qadir ji PUKmedia`yê re ragihand: Rufatên 9 pêşmergeyan di gora bikomî a li bajaroka Sediyê ku ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê ve hatibûn şehîd kirinê hatibûn dîtin û 3 ji wan pêşmergeyên şehîd xelkê navçeya germiyanê bûne.

Qadir got: Pêşmergeyên şehîd ên Germiyanê 2 ji wan xelkê qeza Kifrî bi navê (Hesen Hemîdo û Hisên Enwer) in û şehîdê dinê jî xelkê navçeya Zeng Abade îro jî bi merasîmeke hêja de rufatên wan hatin binax kirinê.

Ji aliyê xwe ve birêvebirê melbenda pizîşka dadweriya Kelarê Dr. Ferhad Bacilan ji PUKmedia`yê re ragihand: Piştî derhênana termê ew 9 pêşmergeyên şehîd termê 11 welatiyên ereb xelkê navçeya Sediyê û Celerwla jî hatine derxistin û piştî ku ew anîne melbenda pizîşkiya dadwerî a Kelarê ew rakirine nexweşxaneya Diyale û Bexdadê.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket