Ayşe Efendî: Pêwîste Kongirya Netewî bilez bê lidarxistin

kurdistani 11:03 AM - 2015-01-14
Hevpeyvîneke taybet bi Ayşe Efendî re

Hevpeyvîneke taybet bi Ayşe Efendî re

Hûn dikarin hevpeyvîna PUKmedia`yê ya taybet digel Ayşe Efendî dayîşka Şehîd Şervan û hevseroka Dîwana Kantona Kobanê guhbîsê şiroveyên wê bin tako ji nêzîk ve rewşa dawî ya li Kobanê agahdar bibin.

Hevseroka Dîwana Kantona Kobanê ya TEV-DEM`ê Ayîşe Efendî di hevpeyvîneke dengî taybet de digel PUKmedia`yê li ser rewşa giştî ya siyasî û ewlehî û civakî li Rojava û Başûrê Kurdistanê dipeyîv e.

Her weha Ayîşe Efendî di hevpeyvîna xwe ya taybet de, nêrînên xwe pir bi zelal tîne ser ziman û em dikarin ji xwendekarên xwe re hinek ji serdêrên girîng girîng bênin ser nivîs.

Di axiftinên xwe de, Ayşe Efendî wiha dibêje; Hatina min ji Başûrê Kurdistanê re ji ber ku ez hatim vexwendin ji komcivîna Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê ji bo xaltkirina min bû.

Me li Bakurê Kurdistanê, penaberên Kobanê, birêkxistin û me sîstema xwe di nava kampê de bi cî kir û niha rewşa rêveberiya li pirsûsê bi awayekî sîstemetîk û rêkûpêk birêve diçe.

Di Kampa Barîkayê de ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, bê sîtemî heye û hevbendî û hevrêziyek di navbera komîteyên Rojava û yên Başûr diyare lawaze û ev jî kasrên din dide pêş ku ewe têgehên hizbeyetî ya teng didin pêş û ev jî di demên pêş de wê neliheviyê bike.

Me îro serdana Yekîneyên pêşmergên jinê li Silêmaniyê kir, lê ez dibêjim pir mixabin ku em ewqae dereng ketin ji hevdu naskirina hev du re, ji ber ku ewqas zor û zehmetî û komkujî bi ser gelê me ve hatiye birêve birin, pêwîste hêzên berxwedanger yên kurdî ji hev du nêzîk bin û yekrêziya xwe biafirînin.

Efendî di barê lidarxistina Kongireya Netewî de jî wihe dipeyve; Pêwîste ku Kongireya Netewî bi zûhtirîn dem bête lidarxistin tako bibe bersiva qonaxê û em destkeftan biparêzin.

Hêjayî gotinê ye ku Ayşe Efendî dayîşka Şehîd Şervan Salih Muslim e û hevjîna Hevserokê PYD`ê Salih Muslim e û hevseroka Dîwana Kantona Kobanê ya Tevgera Civaka Demokratî A Kurdistanê(TEV-DEM)ê ye û gelek caran di sedema desthilata rêjîma Bas ya Dîktetor hatiye girtin û eşkencendan û zîndan kirin ji ber kar û çalakiyên kurdeyetiyê û hîn jî bi awayekî çalak di nava kar û xebata xwe ya netewî de berdewam e, Lawekî wê şehîd e û 2 lawên din û keçkekî di nava rêzên YPG-YPJ`ê de ne.

PUKmedia-Hozan Efrînî

 

-

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket