Talîban li Efxanistanê êrişî bankekê kir

kurdistani 08:34 PM - 2014-12-17
Talîban li Efxanistanê êrişî bankekê kir

Talîban li Efxanistanê êrişî bankekê kir

Çekdarên tevgera Talîbanê îro çarşemê êrişî bankeke taybet li bajarê Helmendê a li başûrê Efxanistanê kir û bi dehan rehîn jî lib a xwe girtin.

Serokê lijneya cîbicîkar yê Efxanistanê Ebdula ebdula di civîneke xwe li Kabolê ragihand ku 10 kes di êrişa Helmendê de hatine kuştinê.

Ji aliyê xwe ve jî berdevkê binavê wîlayeta Helmendê Omer Ziwak ji ajansa Anadolê re ragihandibû ku, çekdarên xwekuj êrişî bankekê li navçeya Laşkergah ya li naverasta bajêr kirine û bi dehan kesên sivîl jî rehîn girtine.

Omer Ziwak da zanîn ku 2 xwekujan êrişî wî cihî kirine û xwe teqandine û teqez kir ku şer û pevçûn di navbera êrişkaran û hêzên ewlekariyê de jî berdewame.

Hêjayî gotinê ye ku çekdarên tevgera Talîbanê duh sêşemê jî êrişî dibîstanekê li bajarê pîşawerê a li Rojavayê Pakistanê kiribûn û têde 148 kes ku di nava wan de 132 zarok jî hatibûn kuştinê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket