Ronakbîrên Rojava û Başûrê Kurdistanê rêkeftineke îmze kirin..Bi wêne

kurdistani 07:35 PM - 2014-12-17
Ronakbîrên Rojava û  Başûrê Kurdistanê rêkeftineke îmze kirin

Ronakbîrên Rojava û Başûrê Kurdistanê rêkeftineke îmze kirin

Yekîtiya nivîskar û ronakbîrên Rojava ligel navenda Çawdêr û dezgeha Gelewêj rêkeftinnameya ronanakbirî îmze kirin.

Îro çarşemê 17 / 12 / 2014`e navenda Çawdêr ya Reşenbîrî û dezgeha Ronakbirî ya  Gelewêj  li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê ligel Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê bi rê resmekê rêkeftinanameya Ronakbirî îmze kirin.

Rê û resm li navenda dezgeha Cawdêr bi amadebûna şanda Yekîtiya Nivîskar û Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ku bi şerpereştiya Nivîskar Delawerê Zengî û her yek ji berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Mela Bextiyar, Parêzgarê Silêmaniyê Dr.Aso Ferîdon û siyastmedarê Kurd Mihemed Emîn Pencewînî  û hejmarek ji rewşenbîr û ronakbîrên Herêma Kurdistanê ligel hejmarek zor ji sazî û dezgehên ragihandê birêve çû.

Berpirsê desyeta kargêr ê mekteba siyasî Mela Bextiyar bi gotarekê di serî de bi xêhatin li şanda ronakbîr û  nivskarên Rojavayê Kurdistanê kir û bal kişand li ser girîngiya hevkariya ronakbîrî di navbera ronakbîr û rewşenbîrên beşên cuda yên Kurdistanê de bi teybet di vê qonaxa hestiyar de ku Kurdistanê di nav de derbas dibe. Her wiha bal kişand ser bi berxwedana Kobanê û bi teybet berxwedana jina Kurd a ku di kesyatiya fermandara jin Arîn Mîrkan de derket pêş, Mela Bexriyar ragihand ku divê li Bajarê Silêmaniyê ji bo fermandara jin a YPJ`e peykerek bête dirust kirin û herdem bête bibîr xistin.

 Ji aliyê xwe ve parêzgarê Silêmaniyê jî Dr.Ferîdon bi gotarekê silav li şanda mêvan kir û behsa berxwedana Kobanê û Rojavayê Kurdistanê li dijî hêzên terorê kir û tekez li ser wê yekê kir ku divê ji bo şervana jin Arîn Mîrkan peykerek bête dirustkirin ku berxwedana wê û berxwedana Kobanê herdem bibîr bêne.

Serokê şanda nivîskar û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Nivîskar Delawerê Zengî li ser navê şandê gotarek pêşkêş kir û di serî ji ber pêşwaziya gerim, spasî li Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî ya YNK`ê Heval  Mela Bextiyar kir û da xuya kirin ku îro yekem car di nav ronakbîr û rewşenbîrên du pereçeyên Kurdistanê de rêkeftinname tê mor kirin û ev yekî gaveke pîroze.

Piştî gotar hatine pêşkêşkirin deqa rêkeftinameyê hate xwedin û li ser navê Yekîtina Rewşenbîr û Nivîskarên Rojava nivîskar Delawerê Zengî, li ser navê dezgeha Gelewêj Dr.Newzad Ehmed û li ser navê navenda Çawdêr Samî Hadî rêkeftinaname Ronakbîrî  îmze kirin.

Di dawî de serokê Şanda Nivîskar û Rewşenbîrên Rojava Kurdistanê Delawerê Zengî ji ber girîngiya ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê û berpirsê desteya kargêr Mela Bextiyar didin xebatên rewşenbîrî û helwestên heval Mela Bextiyar ên netewî li berember şoreşa Rojava, hevla Mela Bexitiyar li ser navê şandê xelat kir.
 
PUKmedia-Pukpb /  Şêwrawî Mamo / Silêmaniyê 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket